Trend Nûçe

Welatiyekê li Wanê ji ber pirsgirêka aborî xwe kuşt
Hemû Nûçe

Welatiyekê li Wanê ji ber pirsgirêka aborî xwe kuşt

27 ئایار 2023
0

Li navçeya Elbak a Wanê, hate îdîakirin ku Ferdî Alp ê bavê 3 zarokan ji ber pirsgirêka aboriyê dawî li...

Read more
Dolar rekorek din şikand

Nirxê dolar li hemberî lîreyê Tirk her ku diçe zêdetir dibe

31 ئایار 2023
Gengeşiya li Kosovayê berdewam dike: NATO hêzeke nû dişîne herêmê

Gengeşiya li Kosovayê berdewam dike: NATO hêzeke nû dişîne herêmê

31 ئایار 2023
YSK: Heta niha li derveyî welat 848 hezar kesan deng daye

YSK: Li derveyî welat nêzî 2 milyon deng hatine bikaranîn

25 ئایار 2023
Li Wanê minîbûsa sporkaran qelibî: Gelek kes birîndar bûn

Di encama qezayê de li Sêwasê 4 kes mirin

29 ئایار 2023
پێنج شه‌ممه‌, حوزه‌یران 1, 2023
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî
Serhat NEWS
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner
No Result
View All Result
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner
No Result
View All Result
Serhat NEWS
No Result
View All Result

Destpêk » Rapora Wanê ya sala 2021’an: Kargehên girtî, bêkarî û bêhêvîtî

Rapora Wanê ya sala 2021’an: Kargehên girtî, bêkarî û bêhêvîtî

Arif AslanbyArif Aslan
30/12/2021
in Taybet
A A
0
Van’ın 2021 yılı karnesi: Kapanan iş yerleri, işsizlik ve umutsuzluk
Li ser Facebook'ê Parve BikeLi ser Twitter'ê Parve BikeLi ser Whatsapp'ê Parve Bike

NÛÇEYA TAYBET

Li Wanê ku piştî pandemiyê krîza aborî kûrtir bû, bi sedan esnafan îflas kirin û kargehên xwe girtin, kardêr û pisporên turîzmê yên bajêr jî xwestin ku ji bo sala 2022an tedbîrên mayînde bên girtin.

Esnafên Wanê ji pêvajoya ku bi qedexe û tedbîrên ku ji 16ê Adara 2020an vir ve li Tirkiyeyê dest pê kir, pir bandor bûn. Esnaf, pisporên geştiyariyê û karsazên bajêr ku bi girtina deriyên sînor ên ku yekane çavkaniya debarê bûn, rojên dijwar derbas kirin, sala 2021’an bi krîzeke mezin derbas kirin. Li gorî amarên fermî zêdetirî hezar dikandaran derabeyên xwe girtine, li gorî amarên ne fermî jî bi hezaran dikandar îflas kirine û kar û barên xwe girtine. Karsazê Wanê Şemsettîn Bozkurt û pisporê tûrîzmê Murat Beyaz di nirxandina sala 2021’an de xwestin ku ji bo kûrbûna krîzê di sala 2022’an de tedbîrên mayînde bên girtin.

‘Girtina deriyên sînor zerareke mezin gihandiye bajêr’

Karsaz Şemsettîn Bozkurt ku bi kargeha ku li Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Wanê damezrand xebatên girîng pêk aniye, destnîşan kir ku her çend di serê sala 2021’an de qismî çalakî hebû jî, bi guherandina dovîzê re bi pirsgirêkeke cidî re rû bi rû mane. Bozkurt, diyar kir ku ew jî êşa zêdebûna madeyên xam ên bi guheztina diravê biyanî dijîn û diyar kir ku ji ber deriyên sînor ên timî girtî bajar zirareke mezin dîtiye.

Bozkurt li ser daxwazên ji bo çareseriya pirsgirêkê rêz kir û pêşî xwest binesaziya tûrîzm û pîşesaziyê ya bajêr bê xurtkirin. Bozkurt got, “Diyarbekir di vê yekê de qismî bi ser ket. Lê Wanê nekarî vê yekê bike. Wan di warê dîrokî de cihekî girîng e. Bi nirxandina vê girîngiya dîrokî, bajar dikare bikeve tûrîzmê. Li gorî mîsyona dîrokî ya bajêr, bi avakirina rêyên hesinî yên ji Wanê heta Tehran û Hewlêrê, binesaziyek veberhênanê ya cidî dikare were çêkirin. Wan ne tenê bajarek e. Em nikarin xeyala 100 sal berê jî pêk bînin. Bi vî awayî hemû dînamîkên bajêr pirsgirêkên cidî dijîn. Hêviya me ya sala 2022’an ew e ku em van pirsgirêkan çareser bikin û bajêr bikin navendek balkêş. Ez wisa difikirim ku ev pirsgirêk dê bi xêzkirina herdu xetên hewayî, bejayî û hesinî çareser bibe.” Bozkurt, diyar kir ku zêdebûna diravê hilberînê rawestandiye û diyar kir ku ger tedbîr neyên girtin dê ev tengasî kûrtir bibe.

Tûrîzm Sektora Herî Bi bandor bû

Rêvebirê tûrîzmê Murat Beyaz, anî ziman ku sektora ku herî zêde ji krîza aborî bandor bûye sektora tûrîzmê ye û got, “2020’an ji bo Wanê bi windahiyên mezin derbas bû. Esnafên ku bi awayekî sax man, karîbûn xwe bigihînin sala 2021an. Sala 2021an jî pir gêj bû. Lêbelê, her çend bi derketina derziyê tevgerek qismî dest pê kir jî, ev ne bes bû. Weke sektor me di vê heyamê de hemû rêyên pêwîst sepand. Seferberiya me ya qismî di payîza 2021’an de pêk hat. Lêbelê, ew di vê tevgera qismî de pir li paş welêt ma, “wî got.

‘Me nekarî bajêr di rojevê de bihêlin’

Beyaz amaje bi wê yekê jî kir ku nebûna firokeyan di vê heyamê de bi serê xwe pirsgirêkek bû û got: “Yên ku dixwestin werin, ji ber nebûna firokeyan nikarin bên. Ji ber vê pirsgirêkê hin gerên hatin organîzekirin nekarîn pêk bên. Ji ber kêmbûna seferan em bi giranî bandor bûn.”

Beyaz, da zanîn ku nikarin bajêr di rojevê de bihêlin û destnîşan kir ku pirsgirêka herî mezin a bajêr ew e ku nikare van pêvajoyan veguherîne pêvajoyên erênî. Beyaz anî ziman ku divê tûrîzma zivistanê ji nû ve bê zindîkirin û got ku divê ji bo sala 2022’an amadekariyên cidî bên kirin. Beyaz got, “Em weke bajar ji sala 2022’an re ne amade ne û ji bo vê jî tu amadekariyên me nînin. Ji bo vê jî divê em stratejiyek diyar bikin û têkevin sala 2022’an. Mijara herî girîng zêdekirina seferan e. Ji ber vê yekê divê em gihandina xwe zêde bikin.”

Nûçe / Wêne: SG

Serhat News

(AA)

ShareTweetSend
Previous Post

Kofiraz li benda geroka ye

Next Post

Ji EMEP’ê Yegîn: Hikûmet nikare krîza aborî çareser bike

Arif Aslan

Arif Aslan

Next Post
EMEP’li Yeğin: İktidar ekonomik krizi çözemez

Ji EMEP'ê Yegîn: Hikûmet nikare krîza aborî çareser bike

وەڵامێک بنووسە هەڵوەشاندنەوەی وەڵام

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

  • Çûna Nava
  • Reklam û Hevkarî
  • Ewlekarî Tektîk
  • Agahhesînî

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

No Result
View All Result
  • TürkçeTürkçe
  • EnglishEnglish
  • Taybet
  • Aktûel
  • Aborî
  • Dîmen
  • Jîngeh
  • Çand û Huner

Serhat News Tüm Hakları Saklıdır 2023©
Serhat NEWS

Bu web sitesi çerezleri kullanır. Bu web sitesini kullanmaya devam ederek, çerezlerin kullanılmasına izin vermiş olursunuz. Gizlilik ve Çerez Politikamızı ziyaret edin.