1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Rejîma Şamê ceyrana taxên Kurdan qut kir

Rejîma Şamê ceyrana taxên Kurdan qut kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Ceyrana taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê yên Kurdan ên li Helebê ev 12 roje ji ber ambargoya rejîma Şamê hatiye qutkirin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê ambargoya rejîma Şamê ya li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebe ku piranî Jurd lê dijîn ev 12 rojin ceyran hatine birîn. Her wih a ji ber ku mazot kêm tê dayîn, welatî nikarin di vê zivistanê de avahiyên xwe germ bikin. Esnafên her du taxan neçar dimînin ku di saetên zû de dikanên xwe bigirin.

Komîteya Jeneratoran a Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê têkildarî mijarê bi gotin ku ji bo 80 jenerator bên xebitandin, hefteyê pêdivî bi 400 varîlên mazotê çêdibe. Hat ragihandin ku jenerator di saetên şevê de ji bo malan û di danê rojê de jî ji bo projeyên bazirganî û profesyonel tên xebitandin.

Lê belê ji ber ku pêdiviya mazotê nayê bicihanîn, xebitandina jeneratoran jî zehmet dibe. Hevşaredarê Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê Selah Sino got ku ambargoya Tûgaya 4’an a rejîma Şamê pirsgirêkeke mezin e û wiha got: “Divê sivîl û saziyên xizmetê ji pevçûnên di navbera aliyan de dûr bên xistin. Ji ber ku Tûgaya 4’an tu qanûn, makeqanûn û standartên însanî nas nake, di nava dewletê de dewleteke din ava kiriye.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Rejîma Şamê ceyrana taxên Kurdan qut kir
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *