Li Mêrsînê, rêveberê rêxistina Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya bajêr bi hinceta ‘Endam tev li rêxistinê kiriye” hate girtin.
Li gor agahiyên ji ajansan hatine wergirtin, Rêveberê DBP’ê yê Mêrsînê Metîn Încî ku sê roj beriya niha hatibû desteserkirin, piştî kiryariyên fermî yên li Midûriyeta Ewlekariyê ya Mêrsînê derxistin pêşberî dozger. Piştî ifadeya wî hate hate girtin, dozger bi daxwaza girtinê Încî sewqî Dadgeha Sulh Ceza ya Mêrsînê kir.
Di encama darizandinê de Încî bi “Endaman tev li rêxistinê dike” hate girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver