Rêya Wan û Colemêrgê ku ji ber hezezê ji çûnhatina wesayîtan re hatibû girtin, hate vekirin.
Rêya bejayî ya di navbera Wan û Colemêrgê duh ji ber hezezê ku piştî barîna baranê ya zêde çûbûbû, ji aliyê ekîbên rêyên bejayî ve hate vekirin.
Duh ji ber barana zêde li ser sê cihên cuda yên li taxên Erzikî û Depînê hezêz û hilweşîna axê çûbû.
Ekîbên Şeftiya Şaxa 117emîn ji bo ku rê bê vekirin tewdîrên ewlehiyê hildan û dest bi xebatê kirin.
Polêsan jî li herêmê tevdîrên ewlehiyêhildan.
Di vê navberê da li hin deverên herêmê kevir û axa ji ber hezazê tên xwarê jî bi qamerayê hat qeydkirin.
Li herêmê bi qasî saetekê xebat hat kirin, rê ji çûnhatinê re vebû û gelek kesên li ser rê asê mabûn jî rêwîtiya xwe domandin.
Ekîbên rêyên bejayî ji bo tewdîrê li herêmê sekna xwe didomînin. Van (AA)
Serhat News