‘Rojên Mûzîkê yên Aryen’ li Wanê dest pê kirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Akademiya Hunerê ya Aryen ya Wanê bi navê “Rojên Mûzîkê yên Aryen” bernameyek da destpêkirin. Di çarçoveya bernameyê de konsera yekemîn şevêdin hate lidarxistin. Hate ragihandin ku. Dahata konseran wê diyarî mexdûrên erdhejê bê kirin.

“Rojên Mûzîkê yên Aryen” ku ji aliyê Akademiya Hunerê ya Aryen a li Wanê xebatên xwe didomîne ve hate lidarxistin, duh bi şev bi konserekê destpê kir. Aktîvîteyên rojên mûzîkê ku li ser dika Şanowan a li Perîhan AVM’ê dest pê kir wê 4 rojan bidome. 

Di rojen muzîkê de ewilî Dengê Meyman derket ser dikê. Piştî Dengê Meyman ku klamên kevneşopî gotin, Wan Aryen Kom derket ser dikê.

Di çarçoveya aktîvîteyan de wê îşev saet di 20.30’an de Koma Sorjiyan derkeve ser dikê. Dahatên rojên muzîkê yên çar rojan, ku dengê Meyman, Aryen Kom, Sorjiyan û Kolektîfa Colemêrg jî derkevin ser dikê, wê diyarî mexdûrên erdhejê bê kirin.  (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
 ‘Rojên Mûzîkê yên Aryen’ li Wanê dest pê kirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *