Rojnamevan Leyla Rawend ku ji ber zulm û zordariya rejîma Îranê, koçî Wanê kiriye, bo Jîna Amînî ya hatibû qetilkirin, porê xwe jê kir. Rawend her wiha got, “Jîna Mehsa Amînî bû sembola berxwedana jinên Kurd û hemû jinên Îranê li hember rejîma dîktator ya Îranê.”
Jina Kurd a 22 salî Jîna Mehsa Amînî, li Tehranê bi hinceta ku ‘Pora wê xuya dike’, di 16’ê îlonê de ji hêla ‘Polîsên exlaqê’ yên rejîma Îranê ve bi îşkenceyê hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Amînî, li seranserî Îranê, bi pêşengiya jinan li çalakîyên mezin hatin liderxistin û ev çalakî hêj jî berdewamin.
Rojnamevana Kurd Leyla Rawend û jina bi navê Nadiya Setvat ku ji ber zulm û zordariya rejîma Komara Îslamî ya Îranê neçarî koçberiyê bûne, niha li Wanê dijîn. Her dû jinan, têkildarî qetilkirina Amînî û pêvajoya li Îranê birêve diçe, nêrînên xwe bi Serhat Newsê re parve kirin.
‘Şîddeteke zor li ser Mehsa’yê çêdikin’
Rojnamevan Rawend ji bajarê Merîvaneyê û 9 sal berê hatiye Wanê. Rawend piştî ku li Îranê ji ber hin nûçeyên derheqê qetilkirina jin û zarokan çêkir, 2 meha li Îranê di zîndanê de dimîne û piştre jî bi neçarî tevî malbata xwe koçî Wanê dike.
Rawend têkildarî pêvajoya girtina xwe û hevserê xwe de wiha got, “Ez û hevserê xwe ketin girtîgehê. Tevî zarokên xwe ez li 2 mehan di zîndanê de mam. Hevserê min jî 6 salan di zîndanê de ma û piştre ew hate berdan. Piştî berdana wî em bi hevre hatin Wanê.”
Di berdewamiyê de ,Rawend, derbarê rewşa Îranê ya niha de jî ev tişt gotin: “Niha rewşa Îranê ne başe. Nêzikî 2 heftene li wê derê berxwedanheye. Ev berxwedanê piştî (qetilkirina) jina Kurd Mehsa Amînî çebû. Mehsa, li bajarê Tahranê li gel birayê xwe di kolanekê de bi destê ‘Polisên Ehlaqê’ Mehsa’yê digirin di bêjin ‘Kinc û porên te ne xweşin’ û dibene Qereqol. Di qereqolê de ew rastî bêrêzîyê tê û şîddeteke zor li ser Mehsayê çêdikin. Halê ne xweş Mehsayê dibin nexweşxaneyê. Piştî 2 roja dimîne nexweşxaneyê Mehsa şehit dibe dimire.”
Ji bo Amînî û jinên berxwedêr pora xwe birî
Rawend, ku behsa çalakîyên Îranê kir û wiha domand: “Xelkê Îranê kom dibin ber nexeşxaneyê dibêjin ‘Eve hakarete. Eve nayê kabulkirin’. Pişt re cenazeyê Mehsayê dişînin Bajarê Saqizê. Xelk dibêjê ‘jin jîyan azadî’. Hiqûmeta Îranê ê faşîst na hêle jin dengê xwe derbêxe. Lê jinên Kurd bi wêrekî derdikevin qada. Îranê azadî tûne, jîyan tûne. Jinûn bo berjewendiya mirov û mirovahiyê berxwedanê dikin, ji aliyê hiqûmeta rejîma Îslamî ya Îranê ve tên girtin û ew niha digirtîgehê de ne. Piştî Jînayê, gelektir Jîna hatin kûştin! Hiqûmeta Îranê gelek jin û mêr kûştin. Niha ez ji bo Mehsa’yê pora xwe dibirim. Edî besê em viya kabûl naken.”
‘Rejîma Îranê, jinan li ser bingeha rêzikên olî dikuje’
Nadiya Satvet ku ji Bajarê Urmiyê yê Îranê 7 sal beriya niha koçber bûye û li Wanê cih bûye, nêrînên xwe bi me re par ve kir. Satvet, anî ziman ku li Îranê ev ne qetilkirana jinan ya yêkeme û wiha got: “Rejîma Îranê, jinan li ser bingeha rêzikên olî dikuje. Ji destpêka avabûna rejîma Komara Îslamî ya Îranê heta roja îro bi deh hezaran jin ji ber lixwenekirina hîcaba Îslamî ya ku rejîm li ser jinan ferz dike, bûne qurbanîyê qanûnên nemirovane. Rejîmê bi hincetên cuda, jin ji mafên wan yên qanûnî bêpar hiştine. Piştî wan hemû zext û zoriyan jî, di wan rojên dawî de rejîmê bi awayekî herî hov jina Kurd Jîna Amînî bi hinceta ku hîcaba wê ne li gorî pîvanên rejîmê ye îşkence kir. Di encama wê îşkenceya giran da Jînayê canê xwe ji dest da, lê bû sembola berxwedana jinên Kurd û hemû jinên Îranê li hember rejîma dîktator.”
‘Tu hêzek nikare serhildana jinê têk bibe’
Satvet, li ser qutkirina înternetê a Îranê jî dibêje rejîm naxwaze dengê jinê were bihîstin û wiha berdewam kir: “Rejîm gelek baş dizane ku heger jin ji bo bidestxistina mafên xwe yên qanûnî û mirovî rabe ser pîyan, tu hêzekê nikare serhildana jinê têk bibe. Lewra jî ji bo ku hem pêşîya plansazîya ji bo kombûnên navxweyî bigire, hem jî nehêle dengê jinê bilindtir bibe, bikaranîna hemû amûrên têkilîyan sînordar dike. Rejîma Îrane yek ji wan rejîmên dîktator e ku hîmê desthilatdarîyê xwe li ser bingeha bêparkirina jinê ji mafên wê yên bingehîn ava kirîye.”
Her wiha Satvet, diyar kir ku li Îranê, dijî êrîşan li her derê dengê nerazîbûnê bilind dibe û wiha pêde çû: “Li dijî rejîmê bû sedem ku gelên din yên wekî Ereb, Azerî, Beloç, hejmarek Faris û hwd jî rabin ser pîyan û ji bo mafên xwe bi giştî û mafên jinan bi taybetî têkoşîneke hevpar û hevaheng pêk bînin. Îro li nava Îranê û hemû welatên cîhanê dengê slogana ‘Jin, Jîyan, Azadiyê’ bilind bûye. Ev slogan îro tevî navê Jînayê li hemû bajarên Îran û cîhanê dihê bilind kirin.”
Satvet di dawiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Bi raya min mêr nebûn ku alîkarî dan jinan. Divê em rastîya wan bûyerên dawî bizanin. Di rastî da jinan hêz û wêrekîya serhildan û hevrêbûna li gel xwe dan mêran. Piştî tepeserkirina dûr û dirêj ya dengê îtîrazê, dema ku mêran jin li ser pîyan dîtin, dema ku dîtin jin bi wêrekîyeke bêsînor di kolanan da ne û hewara mafxwezîyê bilind kirine, ew jî wêrek bûn û ji bo bidawîanîna hemû zext û Zoran li gel jinan hevrê bûn.”
Serhat News
(lg)