RTUK’ê di sala 2022’an de ceza li ser kanalan barandiye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonan (RTUK) sala borî 17 mîlyon û 335 hezar TL ceza ji kanalên wekî Halk TV, TELE 1, KRT TV, Fox TV û Flash TV’yê re biriye. Balkêşe ku piraniya kanalên ceza jê re hatiye birin, televîzyonên muxalîf in.

Endamê RTUK’ê Îlhan Taşçi, daneyên cezayên di sala 2022’an de ji kanalên televîzyonan re hatiye birîn, eşkere kir.

Taşçi, diyar kiriye ku RTUK’ê di sala 2022’an de bi qasî 17 mîlyon û 335 hezar TL weke 54 caran ji Halk TV, TELE 1, KRT TV, Fox TV û Flash TV re ceza biriye.

Her wiha Desteya Bilind bi qasî mîlyon û 674 hezar lîre jî weke 4 ceza li TGRTê, Beyaz TV û ATVyê biriye.

Desteyê, di nava sala borî de 23 ceza li Halk TV(yê, 16 TELE 1, 6 KRT TV, 4 Fox TV, 4 car Flash TV, bi giştî 54 ceza biriye.

RTUK’ê tevî van kanalan, 2 car TGRT, carek Beyaz TV û carekê jî ATV ceza kiriye.

Balkêşe ku RTUK’ê di sala 2022an de tu ceza li A Haberê, Ulke TV, Kanal 7, TV Net û TV 24’ê ku nêzî hiqumetê ne, nebiriye. (Bîanet Kurdî)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
RTUK’ê di sala 2022’an de ceza li ser kanalan barandiye

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *