Rûyê Qamîşgeha Dîlkaya ya li Navçeya Artemêt a Wanê ku malovaniyê ji gelek cure çûkan re dike, cemed girê da.
Her çiqas li bajarê Wanê îsal zêde berf nebarî be jî, sir û seqemek dijwar heye.
Bi taybet di saetên şev de pîleya germahiyê dikeve bin sifrê û ev jî dibe sedema qerisîne.
Li navçeya Artemêtê germahiya hewayê bişev di bin sifirê de heta 10 pileyî daket û rûyê Qamîşgeha (Sazlik) Dîlkayayê jî cemed girt.
Li qamîşgeha gelek cûre çûk dijîn û ev dîmena di van rojên zivistanê da derket holê jî mirovan matyamî dihêle. (AA)
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver