Şaredarê Mêrîwanê hatiye desteserkirin

featured
Bajarê Mêrîvanê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Serokê Dezgeha Dadweriya Eyaleta Kurdistana Iranê Husên Husenî ragihandiye ku Şaredarê bajarê Mêrîwanê û çend rêveberên şaredariyê bi tohmeta “gendeliyê” hatine desteserkirin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Îranê IRNA’yê, Serokê Dezgeha Dadweriya Eyaleta Kurdistanê, Husên Husênî têkildarî desteserkirina şaredar û rêveberên şaredariya Merîwanê de daxuyaniyek weşandiye.

Serokê Dezgeha Dadweriyê Husênî, di daxuyaniyê de dibêje, “Li gor lêkolînên ku heta niha hatine kirin, wan kesan li beranber girtina pereyan rê vekiriye ku li nava bajêr û hin taxên bajêr bê destûr û li dijqanûnî avahî bê çêkirin.”

Husênî, parastiye ku van kesan xala 100’an a Komisyona Şaredirayê binpêkirine û wiha domandiye: ““Wan kesan bi awayekî rasterast an jî nerasterast li gorî xala 100’em a Komîsyona Şaredariyê li îhaleyên avahîsaziyê pere stendine.”

Herî dawî Husênî destnîşan kiriye ku ev dosya di qonaxa dawî ya lêkolînê de ye û got, “Piştî ku kesên pêwendîdar û tometbar bên tespîtkirin, dê bi ji raya giştî re were parvekirin.”

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Şaredarê Mêrîwanê hatiye desteserkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *