1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Şaredariya Derînceyê Konsera Aynur Doganê qedexe kir

Şaredariya Derînceyê Konsera Aynur Doganê qedexe kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Konsera hunermend Aynur Dogan a li navçeya Derînceya Kocaeliyê ji aliyê şaredirayê ve hate qedexekirin.

Şaredariya Derînceya bajarê Kocaeliyê ku di destê AKP’ê de ye, konsera hunermenda Kurd a navdar Aynûr Doganê qedexe kir. Şaredariyê li ser hesaba xwe ya Twitterê têkildarî mijarê de gotiye; “Di encama lêkolînên berfireh de, diyar bûye ku ne guncav e.”

Beriya konserê kampanyaya reşkirinê

Beriya konsera Dogan ê bi ser hin hesabên Twîtterê derbarê hunermenda kurd kampanyayeke reşkirinê hatibû destpê kirin. Piştî sees kampanyayê şaredariyê konser betal kir.

Tevî biryara şaredariyê gelek kesan li ser hesabên xwe yên medya civakî bertek nîşan dan û mijar di rojeva Twitterê de derket rêzên serî.

Şirketa organîzasyonê bertek nîşan da

Gergedan Yapim û BGST Organîzasyona ku konserên Aynûr Doganê organîze dikin, daxuyaniyek weşandiye û gotine ku bêyî ji wan re tiştekî bibêjin konsera Doganê hatiye betal kirin. Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

 “Me bi heyecaneke mezin dest bi tûrneya Tirkiyeyê ya hunermenda me Aynûr Dogan ya li gelek welatên cîhanê konseran dide û bi heyrantî tê şopandin kir lê ev bûyer û ev biryara li gorî me bêhincet e, ji bo cîhana çand û hunerê û welatê me metirsîdar e.”

Di heman daxuyaniyê de hatiye bibîrxistin ku tûrneya Tirkiyeyê ya Aynûr Doganê wê berdewam bike û hat gotin ku Dogan di 18’ê Gulanê de wê li Îzmîrê derkeve pêşberî heskiriyên xwe.

Kiliçdaroglû bertek nîşanê helwesta şaredariyê da

Di vê navberê de piştî ku konsera Doganê hate qedexekirin, Serokê Giştî yê Partiya Gel a Komarî (CHP) Kemal Kiliçdaroglû jî li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşandiye û strana ‘Dar Hejîrokê’ ya Aynûr Doganê belav kiriye.

Di peyama xwe de Kiliçdaroglû got: “Bi şev muzîk qedexe ye. Ciwan ji KPOPê hez dikin, qedexe ye. Li şaredariay AKPyê muzîka kurdî qedexe ye. Bila di destûra bingehîn de guhertinekê bikin ku pê kêfxweşbûnê qedexe bikin, li wan tê. Em li vî welatî azad ji dayik bûn, em ê azad bikirin. Vê bixe serê xwe AKP. Şev wê bi Dar Hejîrokê xweş be.”

Serhatnews

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Şaredariya Derînceyê Konsera Aynur Doganê qedexe kir
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *