Saziyên ku di warê zimanê Kurdî de xebatan dimeşînin derbarê nîqaşên ‘Dersên Kurdî yên hilbijêr’ de gotin, “Bêguman em Kurd di ferqa vê kiryara xapînok de ne û em nayên van lîstikan. Ji ber vê divê dewlet dest ji kiryarên xapînok û lîstikan berde û çawa nêzîkî zimanê Tirkî dibe, wisa nêzîkî zimanê Kurdî jî bibe.”
16 saziyên ku li ser çand û zimanê Kurdî xebatan dimeşînin bi daxuyaniyek nivîski ya hevpar derbarê nîqaşên ‘Dersên Kurdî yên Hilbijêr’ de nêrînên xwe bi raya giştî re parve kirin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku neteweya Jurd bi hezaran sal e li ser axa xwe bi ziman, çand û nirxên xwe yên neteweyî dijî.
Sazî, destnîşan dikin ku ji destpêka dîroka xwe heta îro gelê Kurd, ji gelek milan ve û di gelek mijaran de pêşengiya hejmarek zêde şoreşan kiriye û ji bo mirovahiyê bûye çavkaniyeke bingehîn.
Her wiha saziyan di daxuyaniyê de diyar kirine, “Bi taybetî domandina tunehesibandin, qedexekirin pişaftin, êriş, dortengkirin û zextên piralî yên nûjenkirî yên li ser zimanê Kurdî bi awayekî şênber vê yekê radixe ber çavan. Baş tê zanîn ku neteweyeke bêstatû di nava demê de ji holê tê rakirin, tê tunekirin. Ev rewş bi taybetî ji aliyê dewleta Tirk ve jî li ser Kurdan bi rê, rêbaz û kiryarên cur bi cur tê ferzkirin.
‘Kiryarên xapînok’
Di daxuyaniyê de tê derbirîn ku êdî Dewleta Tirk nikare zimanê Kurdî tunebihesibîne û wiha tê gotin. ‘Rêbazeke bingehîn a dewleta Tirk a ku êdî nikare zimanê Kurdî ji binî ve û rasterast tune bihesibîne ew e ku ji neçariyê bi lîstik û kiryarên xapînok bêstatubûna Kurdan û bêstatûbûna Kurdî bide rewakirin û pejirandin. Bi vê armancê ji aliyekî ve, li bin navê ‘dersên hilbijêr’ dixwaze rê li ber perwerdehiya zimanê bi Kurdî û fermîbûna Kurdî bigire û kiryarên xwe yên pişaftina Kurdî veşêre, di hişê gelê Kurd de şêlûbûnekî pêk bîne û nakokiyan çêke, ji aliyê din her roj bênavber ji ber milî ve êriş û tevkujiyên herî dijwar li ser me Kurdan û nirxên kurdewar dimeşîne.”
‘Ev yek heqerete bo 5o Milyon Kurdan’
Saziyan di berdewamiya daxuyaniya xwe de wiha gotine: “Bêguman em Kurd di ferqa vê kiryara xapînok de ne û em nayên van lîstikan. Ev yek heqaretek e ji bo gelekî xwedî hejmareke 50 milyon. Dewleta Tirk divê baş bizane ku nikare gelê Kurd bi van lîstikan bixapîne. Ji ber vê divê dest ji kiryarên xapînok û lîstikan berde çawa nêzîkî zimanê Tirkî dibe wisa nêzîkî zimanê Kurdî jî bibe.”
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:
“Daxwaza me jî gelek zelal û aşkera ye. Em hemû Kurd dixwazin hemû nirxên me yên neteweyî wek nirxên hemû neteweyên din li her qada jiyanê û di her astê de serbest û azad bin. Li ser vê bingehê divê zimanê Kurdî bibe xwedî statuyeke fermî û ji pêşdibistanê bigire heta zanîngehê li her merheleyê bibe zimanê perwerdehiyê, Kurd li gor rasteqînî û nirxên xwe perwerdehiyê bi zimanê xwe bibînin û di zagona bingehîn de û di qada navneteweyî de bê misogerkirin.”
“Ji bo pêkhatina vê yekê jî em wek saziyên zimanê Kurdî, di serî de partî, sazî, dezgeh, nivîskar, hunermend û rewşenbîrên Kurd bang û gazî li hemû Kurdan û kesên ku mirovahiyê diparêzin dikin ku têkoşîna zimanê Kurdî her kêliyê û li her qada jiyanê, bi giyanê seferberiyê û bi awayekî raperîner bilind bikin, bi rê û rêbazên herî dewlemend, afirîner û encamgir her kêliyê her derê bikin qada têkoşîn, dibistan û zanîngehên zimanê Kurdî.”
Saziyên ku daxuyanî îmze kirine ev in:
Kovara Destar
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê
Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê
Komeleya Wêjekarên Kurd
Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê
Enstîtuya Kurdî ya Amedê
Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê
Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê
Enstîtuya Kurdî ya Brukselê
Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê
Serhat News
(lg)