Girtiyên bi navê Ahmet Benek, Abdûllah Babat û Alî Benek ku piştî 30 salan hatin berdan, li Wanê ji aliyê bi sedan kesan ve bi kulîlkan hatin pêşwazîkirin.
Ahmet Benek, Abdûllah Babat û Alî Benek ku di sala 1992’yan de li Wanê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin piştî 30 salan cezayê xwe qedandin, serbest hatin berdan.
Ahmet Benek û Abdûllah Babat ji Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê, Alî Benek jî ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmara 1’an a Bandirmayê hatin berdan.
Her sê girtî saeten serê sibê bi balafirê hatin Wanê û ji aliyê gelek kesan ve bi kulîlkan hatin pêşwazî kirin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver