1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Serê vê sibê li Kerkûkê teqînek çêbû

Serê vê sibê li Kerkûkê teqînek çêbû

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li bajarp Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê teqînek pêk hat û di encamê de 5 kes birîndar bûn.

Rayedarên tenduristiyê yên Kerkûkê ragihand ku di encama teqîna li ber buroyeke guhertina pereyan a li taxa Mûselayê ya Kerkûkê de 5 kes birîndar bûne. Rêveberiya Tenduristiyê ya Kerkûkê li ser teqîna li Kerkûkê daxuyaniyek bekav kir.

Hat ragihandin ku 5 kes birîndar bûne ku yek ji wan bi sivikî birîndar bûye û kesê pêncem jî hevjîna xwediyê buroya guhertina pereyan e.

Berdevkê Polîsê Kerkûkê Amir Nûrî ji çapemenîyê  re ragihand, bombeyeke çandî li nêzîkî buroyeke guhertina pereyan a li taxa Mûselayê ya Kerkûkê teqiya.

Amir Nûrî ragihand ku hêzên ewlehiyê gihîştine cihê bûyerê û lêkolîn dest pê kiriye.

Polîsê Kerkûkê destpêkê birîndarbûna 4 kesan ragihand lê rêveberiya tenduristiyê diyar kir ku 5 birîndar hene.

 

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Serê vê sibê li Kerkûkê teqînek çêbû
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *