Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşketin (DEVA) Îdrîs Şahîn diyar kir ku Parêzer Erkan Îrven wekî Serokê Rêxistina Partiya DEVA’yê yê Wanê hatiye diyarkirin.
Alîkarê Serokê Giştî û Serokê Karûbarên Hilbijartinê yê Partiya DEVA’yê Îdrîs Şahîn bi ser hesaba xwe ya Twitterê eşkere kir ku bo rêxistina partiyê ya Wanê Parêzer Erkan Îrven wekî serokê nû hatiye diyarkirin.
Parêzer Îrven di dema avakirina Partîya DEVA’ye de jî cih girtibû.
Hêjayî gotinê ye ku Serokê berê yê Rêxistina DEVA’yê yê Wanê Erdînç Peker tevî serokên rêxistinên navçeyên Erdîş, Rêya Armûşê, Artemêt, Tuşba û Elbakê di dema hilbijartinên Serokkomarî û Parlamentoyê yên Gulanê de, îstifa kiribû û derbasî AKP’ê bûbû.
Serhat News