Li deriyê sînorî yê Perwîzxanê yê di navbera Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de tanker şewîtin, kesekî canê xwe ji dest da.
Li parka tankeran a deriyê sînorî yê Perwîzxanê yê Silêmaniyê ji ber sedemke nediyar agir bi 12 tankeran ket.
Berdevkê Parastina Sivîlan a Germiyanê Îbrahîm Mihemed li ser bûyerê ev agahî dan
Îbrahîm Mihemed got, “Îro êvarê li parka tankerên sotemeniyê agir bi tankerekê ket û teqiya.
Di encamê de gelek tanker şewitîn.”
Li gorî zanyariyên ku ketine çapemeniyê 11 tanker şewitîne. Herwiha Îbrahîm Mihemed da zanîn, “Ji ber bûyerê kesekî canê xwe ji dest da û gelek kes jî birîndar bûn.”
Kesê ku canê xwe ji dest daye şofêrê yek ji wan tankeran e.
Tîmên parastina sivîlan ji bo kontrolkirina agir xebatên xwe didomînin. Çavkanî: Rudaw
Serhat News