Sportvanek Kurd bi derfetên xwe bû şampiyon

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nûçeya Taybet – Sportvanê bi navê Sabrî îlişê ku ji Kurdên Meletiyê ye, bû şampiyonê herema Behra Spî û Qibrisa bakur. Wî di rêya şampiyonî ye de li ser banê mala xwe bi derfetên xwe malzemyên sporê çêkiriyê û bi wan xwe bo pêşbirkên spora boksê amade kiriye.

Feqîrtî û bêîmkanî… Ev her du peyv nîşanaya rewşa li Tirkîyê tîne ber çavan. Bi milyonan kesên ku ji ber bêbextiya aborî nikarin perwerdehiya xwe bidomînin û kar bikin. Sabrî Îlişê ji navçeya Doganşehîra Meletiyê jî yek ji wan e. Banê mala gund kir salonek werzîşê. Ji keviran halter û ji tilîsê arî, torbê kulman yê boksê çêkir. Bi vê yekê hin kesan henekên xwe li wî kirin û hin kesan jî ew pîroz kirin.

Îliş ev bîst sal e, ku di salên dibistana seretayî de dest bi werzîşê kiriye. Wê çaxê heya niha wî di çî astê de perwerda werzîşa profesyonel nedîtiye. Îlişê 33 salî di pêşbirkên ku beşdarbûyî de bi salan keda sporê jîyana xwe domand.

Îliş wiha dibêje: “Spor ji bo min çavkaniya jiyanê ye. Ger derfeta min hebûya min ê ciwan jî perwerde kiriba. Eza rêya pêşbirkên netewî bo wan vekim, lê derfetên min çênebûn.”

Sportvanek Kurd bi derfetên xwe bû şampiyon - WhatsApp Image 2022 01 21 at 23.29.52 1 1140x855 1

Şaredariyê soza xwe bi cih neanî, ew dîsa bi madalyayan vegeriya gundê xwe…

Îliş jî wek dê û bav û birayên xwe bi salan bi çandinîyê re mijûl dibe. Tûtinê diçînin. Ev debara wan e. Bi roj li zeviyê û bi şev jî li ser banê malê bi sporê re eleqedar dibû. Malbata her tim aciz bû ku ew şev spor dike. Ji xwe malbat di despêkê de piştevan jî nebûn.

Di serî de wî li şaredariya navçeyê û pişt re jî serî li şaredariya bajarê mezin da. Ji wî re soz hat dayîn ku eger ew di pêşbirkan de ser bikeve, dê bo wî cîhê sporê vekin, lê şaredariyê soza xwe neanî  cîh û Îliş di tûrnûvayên Herêma Behra Spî û Qibrisê bû şampîyonê kingboxê.

Sportvanek Kurd bi derfetên xwe bû şampiyon - WhatsApp Image 2022 01 21 at 23.29.52 2 1 1140x855 1

Îliş serpêhatiyên xwe wiha bi kurtasî anî ziman: “Ji navçeyê çûn û hatina navendê her tim zehmet bû. Rewşa min a aborî her tim xerab bû. Ez gundî me, wek malbata xwe bi çandiniyê re mijûl im. Ez bi amûrên ku min bi dest çêkirî dixebitim. Şaredariyan sozên xwe bi cih neanîn û şaredarîyê derfet neda min. Ligel sozên wan hem ji qeymeqam û hem jî ji şaredariya bajêr, min piştgirî wernegirt. Lê dîsa jî min tu carî dev jê berneda.”

‘Dema halter ji destê min ket, malbatê got qey erhej çêbû’

Carinan bîranîn hene ku hûn pê dikenin. Îliş dema serpêhatîya xwe bo me digot dîsa wek ew roj jîyayî dikene û wiha behsê wan rojan dike: “Dema li vir berf dibare rê tê girtin û rêwing dibin mehvanên mala me. Şevekê du rewî bûbûn mehvanên me û min wê şevê jî heya seat 03.00’ê werjîş dikir. Dema ku ez dixebitîm barbela (hartel) ket erdê. Mala me jî maleke ji daran hatiye çêkirin. Her du mêvanên me ji pencereyê xwe avêtin derve, wan digot qey erdhej e. Di mehên havînê de mêşên hingiv bo min gelek asteng derdixin û tim leşê min vedidin. Herwiha li gel germahîya havînê min dest ji werjîşê berneda. Hin caran malbata min di got bes e, em êdî nikarin şevan rakevin.”

Îliş  bi madalyayên ku havînê bi dest xisti ye niha li otelekê bûye mamostê sporê. Zivistanan dîsa vedigere cem malbata xwe û li ser banê xwe werzîşa xwe berdevam dike.

(ro-sg-aa)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Sportvanek Kurd bi derfetên xwe bû şampiyon

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *