Temelliyê HDP’î di Newroza Wanê de axivî: Em ê di hilbijartinê de bersiv bidin talankirinê

featured
Newroza Wanê
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Newroza Wanê bi tevlibûna hezaran kesî bi avayekî coş berdewam dike. Parlamenterê HDP’ê Sezayî Temellî di axaftina xwe ya Newrozê de got, “: Em ê di hilbijartinê de bersiv bidin talankirinê”

Newroz li Wanê bi dirûşmeya “Her der Newroz her dem azadî” li kêleka Keleha Wanê ya dîrokî tê pîrozkirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Wanê Sezayî Temellî di axaftina xwe de got ku ew ê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de bersivek baş bidin.

Temelliyê HDP’î di Newroza Wanê de axivî: Em ê di hilbijartinê de bersiv bidin talankirinê - van newroz atse harlama 1 1024x576 1

Temelli wiha axivî: “Newroz tê wateya azadî û berxwedanê. Ji ber karesata erdhejê em di vê Newrozê de xemgîn in. Berpirsyarê vê karesatê jî ev îktîdara dizî û talanê ye. Hemû çavkaniyên vî welatî ji bo dijminatiya li dijî kurdan û şerê li dijî wan bi kar anîn. Yên ku bombeyan li ser serê kurdan dibarînin, berpirsyarên vê karesatê jî ne. Lê ev hêj jî dixwazin ku xwe bi şer û zilmê li ser pêyan bihêlin. Di tifaqa wan de dijminatiya kurdan û zilm heye. Lê em ê wan biavêjin sergoyê. Em xwedî hêvî ne, hêviya me Rêya Sêyemîn e. Em ê teqez vê pergal û faşîzmê têk bibin. Em xwedî çareseriyeke demokratîk in. Xwediyê vê çareseriyê û muxatabê wê birêz Ocalan e. Yên ku mase belav kirin divê bizanin ku HDP heye. HDP dê teqez wê maseyê careke din bi muxataban bide avakirin. Niha li pêşiya me hilbijartinek heye. Divê em tenê yek dengê xwe jî ziyan nekink. Ew deng, emanetên têkoşîna bi dehan sala ye. Em ê bi awayekî pir xurt vegerin Meclisê.” 

Temelliyê HDP’î di Newroza Wanê de axivî: Em ê di hilbijartinê de bersiv bidin talankirinê - van newroz atse harlama 6 1024x576 1

Piştî Temelli rêveberê MED TUHAD-FED’ê Yûsûf Çakas jî axaftinek kir. Wî di axaftina xwe de zanîn ku gelê Kurd di qonaxeke dîrokî de ye û wiha got: “Em tevahiya rêhevalên xwe yên li zindanan silav dikin. Di şexsê birêz Ocalan de li zindanan tecrîd tê ferzkirin. Heta ku em tecrîdê têk nebin jî dê nekarin tu tiştekî bi ser bixin. Em ji bo girtiyên nexweş diqîrin û dibêjin ku dê tecrîd were têkbirin û zindan bên azadkirin.”

Temelliyê HDP’î di Newroza Wanê de axivî: Em ê di hilbijartinê de bersiv bidin talankirinê - van newroz atse harlama 5 1024x576 1

Bernameya Newrozê bi stranên Koma Sorjiyanê berdewam dike.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Temelliyê HDP’î di Newroza Wanê de axivî: Em ê di hilbijartinê de bersiv bidin talankirinê

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *