Li Îdirê di nava zeviyekî de terme 2 kesên ku bi çekê kuştine hatin dîtin.
Li gor agahiyan termê 2 kesan di nav zeviyeke 4 kîlometreyan dûrê bajarokê Xalfelîya Îdirê de ji aliyê welatîyan ve hat dîtîn.
Piştî ku welatiyan agahî dan polîsan, li cihê bûyerê lêkolin hat kirin. Derket holê ku herdû kes, bi çekê hatine kuştin.
Di encama lêpirsîna tespîtkirina nasnameyan de diyar bû ku kesên hatine kuştin welatîyên bi navê Kemal Kaya yê 34 salî û Yaşar Karadagê 33 salî ne.
Tê diyarkirin ku ev zeviya kesê bi navê Yaşar Karadag e.
Hate ragihandin ku Serdozgeriya Komarê ya Îdirê derbarê bûyerê de lêpirsîn daye destpê kirin.
Serhat News
(lg)