Desteya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonel a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) piştî pêşbirka Şanliurfasporê cezayên giran li ser Amedsporê barandin.
Di 29’ê Çile de herdû tîmên herêmê Amedspor û Şanliurfaspor li Amedê hatibûn pêşberî hev û Amedsporê bi encama 1-0 Şanliurfaspor têk biribû.
Piştê wê lîstikê Desteya Dîsîplîna Futbola Profesyonel a Federasyona Futbolê ya TFF bo Amedsporê 75 hezar lîre cezayê pere birî. Herwiha desteyê cezayê lîstikeke bê temaşevan a di mala xwe de da Amedsporê.
Piştî vî cezayî biryar e lîstika Amedspor û Nazîllî Belediyespor bê alîgirên Amedsporê bê lîstin.
Li aliyê din saziya navborî her wiha ragihand bo ji karmendê Şanliurfaspor Alî Kirmizi jî 3 hezar lîre cezayê pere hatiye dayîn.
30 hezar û 250 kesan li Stadyuma Amedê lîstika Amedsporê ya ligel Şanliurfasporê temaşekiribûn û Amedsporê bi vê jî rekora temaşevanan tomar kiribû. (Rûdaw)
Serhat News
(lg)