TFF’ê ceza li ser Amedsporê barand!

featured
WÊNE: RÛDAW
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Desteya Dîsîplînê ya Futbola Profesyonel a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) piştî pêşbirka Şanliurfasporê cezayên giran li ser Amedsporê barandin.

Di 29’ê Çile de herdû tîmên herêmê Amedspor û Şanliurfaspor li Amedê hatibûn pêşberî hev û Amedsporê bi encama 1-0 Şanliurfaspor têk biribû.

Piştê wê lîstikê Desteya Dîsîplîna Futbola Profesyonel a Federasyona Futbolê ya TFF bo Amedsporê 75 hezar lîre cezayê pere birî. Herwiha desteyê cezayê lîstikeke bê temaşevan a di mala xwe de da Amedsporê.

Piştî vî cezayî biryar e lîstika Amedspor û Nazîllî Belediyespor bê alîgirên Amedsporê bê lîstin.

Li aliyê din saziya navborî her wiha ragihand bo ji karmendê Şanliurfaspor Alî Kirmizi jî 3 hezar lîre cezayê pere hatiye dayîn.

30 hezar û 250  kesan li Stadyuma Amedê lîstika Amedsporê ya ligel Şanliurfasporê temaşekiribûn û Amedsporê bi vê jî rekora temaşevanan tomar kiribû. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
TFF’ê ceza li ser Amedsporê barand!

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *