Tima Hakkarîgucu qelewanek ji Brezîlyayê transfer kir

featured
AA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Tîma Jinan a Futbolê ya Hakkarîgucu ji Brezîlyayê qelewana bi navê Michella Aparecida transfer kir.

Ji ekîbên Lîga Jinan a Super ya Turkcellê, Tîma Jinan a Futbolê ya Hakkarîgucu, beriya pêşbirkên play-off’ê qalewana Brezîlyayî Michelle Aparecida ya 31 salî tevli nava kadroya xwe kir.

Tima Hakkarîgucu qelewanek ji Brezîlyayê transfer kir - Tima Jinan a Futbole ya Hakkarigucu qelewanek ji Brezilyaye transfer kir 3

Qelewana xwedî tecrube li welatê xwe di gelek tîman delîstiye û piştî transferê tevî tîmê dest bi rahênan (antreman) jî kiriye.

Tîma Hakkarîgucu ku di Gruba A de cih digire, devreya ewil ya lîgê bê têkçoyîn di rêza 3’yan de temam kiribû. Lê di devreya duyan ya lîgê de ji ber hin têkçoyînan niha bi 22 puanan di rêza 7’an de cih digire. Tîmê bi vî avayî maf destxistiye ku tevli pêşbirên play-offê bibe.

Tima Hakkarîgucu qelewanek ji Brezîlyayê transfer kir - Tima Jinan a Futbole ya Hakkarigucu qelewanek ji Brezilyaye transfer kir 2
Michelle Aparecida

Beriya pêşbirkên play-offê Hakkarîgucu hewl dide bi transferên nû, kadroya xwe dewlemend bike.

Hakkarîgucu, bi tîma Fenerbahçeyê re di pêşbirka ewil ya play-offê de bê hemberî hev. (AA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Tima Hakkarîgucu qelewanek ji Brezîlyayê transfer kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *