1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Tirkiye di ‘Azadiya Ramanê de’ ketiye rêza 141’an

Tirkiye di ‘Azadiya Ramanê de’ ketiye rêza 141’an

featured
Arşiv
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Rapora Azadiya Ramanê ya Cîhanê ya 2022’an hat eşkerakirin. Li gor raporê Tirkiyê di warê azadiya ramanê de di nava 161 dewletan de ketiye rêza 141’an.

Li gor rapora Azadiya Ramanê ya Cîhanê ya 2022an Tirkiye di nav 161 welatan de bi giştî ji 100 xalan 7 xal bidestxistine û ketiye rêza 141’ê û wek welatê azadiya ramanê “di krîzê de ye” tê hejmartin.

Di raporê de 161 welat hatine nirxandin’

Rêxistina Article19 ku wekî saziyek civaka sivil ji bo azadiya ramanê xebatan dimeşîne, rapora xwe ya Azadiya Ramanê ya Cîhanê ya 2022’ê eşkera kir.

Li gor nûçeya Rûdawê, saziyê, di raporê de 161 welat li gor 25 xalan nirxandiye. Ev xal, cezayên bo azadiya ramanê di civakê û medya civakî de, cezayê beşdarbûyîna xwepêşandanan ên li ser kolanan, girtina rêveberên siyasî, bê tirs çalakî kirin û rûbirûbûna ceza ne.

Welatên ku li gor van xalan hatiye nirxandin û puanên wan wiha ne:

Welatên ku di navbera 80-100 puanê de ne “Azad”, welatên xwedî 60-79 puanê “heta cihekî sînordar”, welatên di navbera 40-59 puanê de “sînordar”, welatên di navbera 20-39 puanê de “Zêde sînordar”, welatên ku xalên wan di navbera 0-19an de ye jî wek welatên “di krîzê de” hatine nirxandin.

Tirkiye di ‘Azadiya Ramanê de’ ketiye rêza 141’an - Tirkiye di ‘Azadiya Ramane de ketiye reza 141an

Di warê azadiyê de Tirkiye ketiye ‘Krîzê’

Li gor vê nirxandinê, Tirkiye di nav 161 welatan de bidestxistina heft xalan ketiya rêza 141’ê û di nav wan welatên ku azadiya ramanê di krîzê de ye cih girtiye. Tirkiye di heman mijarê de li gor salên borî sê xalên din wenda kiriye û di 10 salên dawî de 24 xal paş ketiye.Tirkiye îsal bi 7 xalan ligel welatên wek Misir, Iran, Myanmar û Burundî di heman rêzbendiyê de ye û kêmek li ser Yemenê ye ku pênc xalên wê hene.

Tirkiye di vê mijarê de ketiye pişt Efxanîstanê

Rûsya, Iraq, Bangladeş, Pakistan, Zîmbabye, Sûdan û Efxanistanê di vî warî de ketine pêşiya Tirkiyeyê.

Li gor raporê rewşa Azadiya Ramanê li tevahiya cîhanê jî kelek kambax bûye. Ji nifûsê cîhanê ji sedî 15 ango ji 7 kesan yek kes dikare ramanên xwe bi avayekî ‘azad’ bilêv bike. Li

Welatên herî ‘azad’

Ew welatên ku di asta jor de azadiya ramanê lê heye bi 95 puanan Brîtanya, Danîmarka û Swîsre ye, di rêza duyem de jî bi puana 94an Norwêce, bi 93 puanan Estonya û Finlandiya, bi 92 puanan Irlanda û Portugale, bi 91 puanan jî Belçika û Lîtwanya ye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Tirkiye di ‘Azadiya Ramanê de’ ketiye rêza 141’an
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *