UCM’ê derbarê Pûtîn de biryara girtinê da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dadgeha Ceza ya Navnetewî (UCM) , derbarê Serokê Dewleta Rûsyayê Pûtîn de ji ber ‘Sûcên şer’ biryara girtinê derxist.

Dadgeha Ceza ya Navneteweyî (UCM) der barê Serokê Dewletê yê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn de ji ber sûcên şer biryara girtinê derxist. Di daxuyaniya li ser malpera înternetê ya UCM’yê de hat gotin ku “Ji bo lêpirsîn baştir were meşandin û mexdûr bên parastin, biryara girtinê ya der heqê Pûtîn de bi awayekî veşartî dihat nirxandin, lê belê eger ev yek ji raya giştî re bê aşkerakirin, ji ber gengaziya pêşîgirtina li sûcên bi heman rengî yên di dema pêş de tê xwestin biryar bê eşkerekirin.”

Di nava sûcdariyên ku UCM arasteyî Pûtîn dike de, veguhastina derqanûnî ya hin zarokên ji Ûkraynayê ber bi Rûsyayê ve jî heye.

Dadgehê ji ber vê yekê derbarê Komîsera Mafên Zarokan a Rûsyayê Maria Alekseyevna Lovova-Belova de jî biryara girtinê derxist.

Rûsya, şerê di 24’ê sibata 2022’yan de li dijî Ûkraynayê daye destpêkirin didomîne. (MA)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
UCM’ê derbarê Pûtîn de biryara girtinê da

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *