Vangolû Spor tevî astengîyan ser ket 

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Nûçeya Taybet – Vangolû Spor li Stada Ciwanan a Îpekyoluyê bi Hakkarigücü Sporê re hat hemberî hev. Maç bi serkeftina Vangolû Sporê 2-1 bi dawî bû.

Klûba Sporê ya Çalakiyên Werzîşê ya Vangolûyê ku piştî wekî Tusba FK hat damezrandin navê Şaredarîya Îpekyolu Sporê lê kir, di sala 2013an de hat damezrandin.

Vangolu Spora ku dema Şaredarîya Îpekyolu Sporê di lîga amator de bû û ji wir derket lîga herêmê, ji ber ku Şaredarîya Îpekyolu Sporê ji aliyê qeyûmê serdemê ve nehat qebûlkirin navê xwe guhert.

Vangolû Spor a ku bi golên ku Alîcan Yildiz di deqîqeyên 22 û 43emîn ên pêşbirkê de avêtin serkeftin bi dest xist, bi +3 puanan cihê xwe di lîga amator a herêmê de diparêze.

Rêveberê Sporê yê Vangolû Sporê Kadîr Tunçdemîr ku di dawiya maçê de nirxandinan kir got, “Me nexwest bibe sponsorê saziyeke ku di maçê de piştgirî neda me û ne li gel me bû. Me navê xwe guhert û kir Kuluba Sporê ya Çalakiyên Werzîşî yên Vangolû. Em îsal çûn lîga herêmê û puanê xwe derxist 15an. Em di lîgê de di rêza çaremîn de ne, em di nav namzedên herî mezin ên şampiyoniyê de ne.”

Tunçdemir, da zanîn ku wan di tevahiya lîgê de lîstikeke baş a futbolê lîstin û got ku di binesaziya wan de hemû kategoriyên temenî hene û lîstikvanên ku ji binesaziya xwe derdikevin û li Enqereyê dilîzin hene. Tunçdemîr got, “Lîstikên me yên Bolu Sporê hene ku me ji vir şandin. Di nav wan sê-çar lîstikvanên ku niha di tîma me de dilîzin, ji Amedsporê û tîmên din ên herêmê jî pêşniyar hene. Em zarokên vî bajarî dilîzin û mezin dikin. Lîstikvanên kulûba me hemû werzişvanên herêmî ne, lîstikvanên Wanê, zarokên herêmê, mamosteyên me jî wek hev in. Em vê yekê li her derê dibêjin. Pêşengiya me zarokên herêmê ne, piştre jî ciwanên li derve. Tunçdemîr, anî ziman ku klûb di rojên dijwar re derbas dibe, şaredarî destekê nade wan, Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê otobusan nade Van Sporê û tîmên din û wan derdixe, weke ambargoyê şîrove dike.

Tunçdemîr, da zanîn ku ji gelê Wanê destekê digirin û wiha got: “Li herêmê tevî ku şaredarî û walîtiyê destekê nagirin em niha li herêmê di rêza 4’emîn de ne.”

Herî dawî Tunçdemîr wiha got: “Cizîrê di vê demsalê de 1,5-2 trîlyon dolar xerc kiriye lê butçeya me ne çaryeka wan e. Li Bedlîs û Şirnexê jî rewş wiha ye. Di navberê de valahiyeke wisa heye. Li Cizîrê walî û midûriyeta polîsan destekê didin her kesî. Du hefte berê maça me li hemberî Cizîr Spor hebû. Di vê lîgê de du windahiyên me hene, yek ji wan jî Cizîr Spor e. Dikevin qadan û gefan li me dixwin û bi vî awayî lîstikan qezenc dikin. Heta wekîl jî li pişt wan in. Di heman lîga me de Yol Spor heye û kes jî piştgirî nade wan. Em dixwazin mezinên vî bajarî, xelkê vî bajarî werin û xwedî li vê ekîbê derkevin. Ev tîm, tîma bajêr, ne tîma me ya şexsî ye.”

Maça din a Vangolû Sporê 30ê Çile roja Yekşemê saet di 13:00 de li Stada Ciwanan a Îpekyoluyê wê bi Kurtalan Sporê re bê kirin.

Nûçeya Taybet: Zelal Sahidenur Sari

Vîdyo: Zafer Avnas

Serhat News

(A-A)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Vangolû Spor tevî astengîyan ser ket 

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *