1. Haberler
  2. Çand û Huner
  3. Vê car jî konsera Mem Ararat hat qedexekirin

Vê car jî konsera Mem Ararat hat qedexekirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Konsera hunermend Mem Ararat ji aliyê Walîtiya Bursayê ve bi hinceta “Ewlehiya cemaweriyê” hate qedexekirin.

Walîtiya Bursayê konsera Hunermendê Kurd Mem Ararat ku di 29’ê gulanê de wê li Navenda Çand û Kongreyê ya Merînos Ataturkê de bihata sazkirin bi hinceta “Ewlehiya cemaweriyê” qedexe kir.

Li gor nuçeya Ajansa Mezopotamyayê Mem Ararat li ser hesabên xwe yên medya civakî biryara walîtiyê ragihandiye.

Biryar 3 roj beriya konserê hatiye ragihandin

 Di vê navberê e, Zîz Muzîk ku konserên Ararat organîze dike derheqê qedexekirinê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Zîz Mûzîk di daxuyaniya xwe de bibîr xist ku sê roj beriya konserê biryar hatiye ragihandin û wiha destnîşan kir: “Sê roj ji konserê re mabû, hemû amadekariyên me temam bûbûn. Hemû bilêt hatibûn firotin. Biryara betalkirina konsera me vê sibehê gihîşt ber destê me. Muzîk hezkirin e û azadiya jiyanek bi hev re zêdetir dike. Lê em gelek xemgîn in ku di rojên dawî de gelek konser tên betalkirin. Biryarên tên girtin li ser navê civakê xeternak in. Em ê bi her zimanî stranên xwe bêjin. Em ê hezkirina xwe bi huner û muzîkê mezintir bikin. Em ê bi hezkirin pêşwazî bikin.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Vê car jî konsera Mem Ararat hat qedexekirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *