Vê hefteyê 7 fîlmên nû li benda sînemahezan e

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li vê hefteyê 7 filmên nû ku 4 jê xwemalî ne wê bikevin vîzyonê.

Lîstikvanên rolên sereke yên fîlma “Jurassic World: Serdestî” yê Chrîs Pratt, Bryce Dallas Howard, Laura Dern, Sam Neîll û Jeff Goldblum in.

Derhinêriya fîlmê ji aliyê Colin Trevorrow ve hatiye kirin. Di filmê de qala dînazorên ji cihê lê hatine girtin xilas bûne û li ser rûyê dinyayê dijîn, tê kirin.

“Yên berê”

Yêk ji fîlmên nû jî “Yên Berê”ne. Fîlm ji aliyê derhinêr Eskîl Vogtê ve hatiye kişandin. Vogt, di sala 2014’de bi fîlma “Korbûn”ê xelata ‘Laleya Zêrîn’ wergirti bû. Fîlm bi şirîkatiya Qraltiya Yekbûyî, Danîmarka, Fransa, Swêd û Norwêcê ve hatiye çêkirin.

“Evîn astengiyan qebûl nake”

Fîlm ji alî Nurettin Ozel va hatiye kişandin û di rola sereke da jî Omer Aslan, Kardelen Saray, Tevfik Cemal Înceoglu, Banu Bakîkuşagı Çabar û Emîn Ozbek dileyîzin.

Fîlm behsa evîna ciwanekî ji xwe ra kaxizan berhev dike û keçikeke astengdar dike.

“Mala xalî”

Dave Franco derhêneriya fîlma Mala Xalî kiriye û tê de qala jin û mêrekî ku ji bo dawiya hefteyê biçin betlaneyê xaniyekî kirê dikin û bûyerên sosret tên serê wan dike.

Di rolên sereke yên fîlmê de Alison Brie, Dan Stevens, Sheila Vand, Jeremy Allen White û Toby Huss lîstine.

Fîlmê “Şerê Cîn” a ku Bulent Aydoslu derhênerî kiriye û fîlma “Koşku Ammar” a Osman Moustafa derhênerî kir jî fîlmên tirsê yên vê hefteyê ne.

“Dikana Pêlîstokên Şa” fîlmê anîmasyonê yê vê hefteyê ye.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Vê hefteyê 7 fîlmên nû li benda sînemahezan e

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *