Walîtiya Edeneyê şanoya Kurdî qedexe kir

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Şanoya Kurdî ya bi navê ‘Tartuffe’ ji aliyê Walîtiya Edeneyê ve bi hinceta “Aramî û ewlekariya li nava bajar xerab dike” hat qedexekirin.

Li gor agahiyan Walîtîya Edeneyê lîstika Şanoyê ya Kurdî, ‘Tartuffe’ ku ji aliyê Şanoya Bajar a Amedê ve tê lîstin û ji aliyê Mollîêre ve hatiye nivîsandin, bi hinceta “Aramî û ewlekariya li nava bajar xera dike” qedexe kir.

Organîzator Suat Ekîn ku ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî derbarê mijarê de ev agahî dan: “ Ya rast ji bo çalakiyên li hêwanan tên lidarxistin pêdivî bi destûra walîtiyê tune ye. Lê Midûriyeta Çandê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Edeneyê ya CHP’î bi israr got, ‘divê hûn destûrê ji walîtiyê bigirin, yan na em ê nehêlin bê lîstin.’ Ev biryara qedexekirinê netehemulkirina kurdî ye. Min ji bo destûrê serî li Walîtiya Edeneyê da. Walîtî jî telefonî Şaxa Ewlehiyê kir. Şaxa Ewlehiyê jî telefonî min kir û ji min pirsîn ‘lîstika we bi tirkî ye yan bi kurdî?’ Min jî got, ma ferq dike? Gotin, ‘na û herin kaxeza destûrê ji walîtiyê bigirin. Dê ew der bersiva we bide.’ Min di kaxezê de nivîsa ‘ne guncan e’ dît. Ev, nîşaneya netehemulkirina kurdî ye. Em qebûl nakin.”

Hat ragihandin ku lîstika li Edeneyê hat qedexekirin, wê îro li Mêrsînê bê lîstin.

Serhat News

(lg)
Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Walîtiya Edeneyê şanoya Kurdî qedexe kir

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *