Welatiyekê li Wanê ji ber pirsgirêka aborî xwe kuşt

featured
Cİwanê ku dawî li jiyana xwe anî ye Ferdî Alp
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li navçeya Elbak a Wanê, hate îdîakirin ku Ferdî Alp ê bavê 3 zarokan ji ber pirsgirêka aboriyê dawî li jiyana xwe anî. Xizmê wî Kamuran Songelen ku derbarê bûyerê de agahî dan, dibêje, “Ji bo biçe dawetê pere jê lazim bû. Jiber ku nekarî telefona xwe jî bifiroşe wî xwe kuştiye. Divê hûn van pirsgirêkan bînin ziman.”

Hat îdîakirin ku duh êvar li navçeya Elbak (Başkale) ya Wanê, bavê 3 zarokan Ferdî Alp di mala xwe de dawî li jiyana xwe aniye. Xizmê wî yê bi navê Kamuran Songelen ê agahî dane me, wiha got: “Duh êvar saet di derdora 17.00’an de ji bo ku biçe daweta dişa (baldiz) xwe, xwestiye ku telefona xwe bifiroşe. Biboneya ku telefonê pere nekiriye, zarok û hevsera xwe datine cihê dahwetê û vedigere mala xwe û li wir dawî li jiyana xwe tîne. Piştî ku hevsera wî her derê li wî digere û peyda nake, tê malê deri dişkêne û dibîne ku hevserê wê dawî li jiyana xwe anî ye. Ji me re hate gotin ku ji ber pirsgirêkên aborî wî dawî li jiyana xwe aniye.”

‘Ez ketime nava ezabê’

Songelen her wiha balkişand ser pirsgirêkên aborî û bêkariyê yên ku li herêmê têne jiyandin û wiha axivî: “Hevfa ciwanên herêmê ye. Hûn rojnamevanin, lazime van tiştan hûn bînin ziman. Li Elbakê di her saziyekê (dewletê) de ji heman malbatê 10 kes dixebitin. Beramberî pere, kar didin mirovan. Miroveke ciwan dawî li jiyana xwe anî. Şevêdin were ez di nava ezabê de me. Ger ji min pere bixwastiba, çi ji destê min nehatiba jî, min dê sola di lingê xwe de biforota û pere daban wî. Niha 3 zarok li dû xwe, êtîm hiştin.”

‘Ma kî dikare bi 3 hezar TL yan malekê birêve bibe’

Çend roj beriya niha li Elbakê ji aliyê qeymeqamtiyê ve pêşbirka ‘Beza gel) hatibû lidarxistin. Songelen bertek nîşanê vê yekê da û wiha got: “Heta ku, tu pêşbazî lidardixî û 20-30 hezar TL xerc dikî, te bila ev pere daba malbatên xîzan. Wisa ba ev mesele jî ne dihate serê van mirovan. Em van gotinan di bin tirsa ‘Gelo ez dê werim girtin?’ de tînim ziman. Ev mirov li Elbakê di kafeyekê de mehê bo 3 hezar TL yan dixebitî. Ma kî dikare bi 3 hezar TL yan malekê birêve bibe”

Hin bûyerên xwe kuştinê yên li Wanê

Hêjayî gotinê ye ku di van demên dawî de, li Wanê piranî ji ber krîza aborî û hin sedemên din, bûyerên xwe kuştinê zêde têne jiyandin. Beriya niha di 12’ê Adara îsal de li navçeya Rêya Armûşê (Îpekyolu) ya Wanê welatiyeke ku tê gotin 35-40 salî bû, ji 3 qatiya avahiyekê xwe berda jêr û dawî li jiyana xwe anî.

Dîsa li taxa Sixkê (Bostaniçi) ya bi ser navçeya Rêya Armûşê li pişt qereqola polîsan, hate îdîakirin ku jina bi navê Dîlber Servet a dayîka 3 zarokan jî ji qata 3 qatiyê xwe berdaye jêr û bi wî avayî dawî li jiyana xwe anî ye.

Di 28’ê Gulana 2022’an de jî li dera Taprak Kale ya taxa Akkopru ku bi ser navçeya Tuşba a Wanê ye, ciwanekê xwest xwe bikûje. Lê piştî guftûgoyên demdirêj ew hate îknakirin û wî dev ji hewldana xwe berda.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Welatiyekê li Wanê ji ber pirsgirêka aborî xwe kuşt

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *