1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Wêneya Demirtaş ecibandin: Çekên wan hatin desteserkirin

Wêneya Demirtaş ecibandin: Çekên wan hatin desteserkirin

featured
MA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Navçeya Qileban a Şirnexê çekên cerdevanên ku wêneya Hevserokê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ecibandibûn hatin desteserkirin.

Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, li gundên Bêjûh, Mergeh û Elemûn ên girêdayî navçeya Qileban a Şirnexê derbarê cerdevanên ku li ser hesabên xwe yên medyaya civakî wêneyê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê berê Selahattîn Demîrtaş ecibandibûn de ji aliyê Fermandariya Leşkerî ya Qilebanê ve lêpirsîn hate destpêkirin.

Wêneya Demirtaş ecibandin: Çekên wan hatin desteserkirin - Weneya Demirtas ecibandin Ceken wan hatin desteserkirin 3

Hat ragihandin ku di çarçoveya lêpirsînê de ji gundê Bêjûh îfadeyên Îlhan E., Sinan E., ji gundê Mergeh îfadeya Haci Y., û ji gundê Elemûnê jî îfadeyên cerdevanên bi navê Barış O., Haci A., hatin wergirtin. Piştî îfadeyan çekên her 5 cerdevanan hatin desteserkirin. Ji cerdevanên ku îfadeyên wan li qereqolên gundan hatine girtin re wiha hate gotin: “Divê we li ser hesabên medyaya civakî siyaset nekiribûya”

Hate hînbûn ku heta lêpirsîn bi encam nebe çeka cerdevanan nayê dayîn.

Her wiha şeniyên gundê Elemûnê diyar kirin ku fermandariya qereqolê ferman daye cerdevanan, gef li wan xwariye û wiha gotiye: “Hûn ê di vê hilbijartinê de dengê xwe nedin HDP’ê û CHP’ê”.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Wêneya Demirtaş ecibandin: Çekên wan hatin desteserkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri