Weqfa Hamît Kiliçaslan hat avakirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala


NÛÇEYA TAYBET –

Par bi navê zimanzan û siyasetmedarê kurd Hamît Kiliçaslan (Hemîdê Smaîlaxa) ku ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest da, weqfek li Swêdê hat avakirin. Nûnerê Tirkiyeyê yê Weqfa Hamît Kiliçaslan (Weqfa Hemîdê Smaîlaxa) Parêzer Kadîr Kutevî, armanca weqfê ji Serhat News re vegot.

Weqfa Hamit Kiliçaslan (Weqfa Hemîdê Smaîlaxa) ku di 19ê Cotmeha 2021an de li Swêdê hat avakirin, piştî ku hat damezrandin li Tirkiyeyê wek nûner hat avakirin. Ji bilî xebatên wî yên li ser zimanzanîyê, taybetmendiya Hamît Kiliçaslan ya herî girîng hêsanbûn û têgihîştina ziman a dema bikaranîna wî ye.

Parêzer Kadîr Kutevî dema qala Hamît Kiliçaslan kir wiha got:

“Armanca me ya herî mezin ji damezrandina vê weqfê ew e ku em ji bo kesên ku bi zimanê Kurdî re eleqedar in, ku di vî warî de dixebitin, lê rewşa wan a aborî ne baş e, fînanseyekê çêbikin. Ji ber ku em dizanin rewşa aborî ya gelek kesên ku di warê kurdî de dixebitin ne zêde baş e. Xebata li ser ziman dikare wekî karekî çîna navîn were hesibandin. Lê ji bo me hêmana herî girîng di lêkolînên ziman de ew e ku wekî Hamît Kılıçaslan, dema ku ziman bi kar bîne tê fêmkirin. Dema ku ji bo xebatên ku hatine kirin fînansek çêbikin, emê jî li ser fêhmkirina wê bisekinin.”

Kutevî der barê çawaniya çêkirina vê fînansekirinê de jî agahî da û got, “Hamît Kiliçaslan hem siyasetmedar hem zimanzan bû, hem jî kurê axayekî Qoserê bû. Ji ber ku salên dirêj li Swêdê jiyaye, wî ji hemû pêkhateyan gelek kesên xwedî nasnameyeke kurdewarî nas dikir. Ev ji bo me tê wateya tora ragihandinê ya mezin. Em ê xebatên xwe bi bikaranîna vê tora ragihandinê bi awayekî herî rast bidomînin.”

Kutevî da zanîn ku Hamît Kiliçaslan di saxbûna xwe de bûrs daye gelek xwendekaran û wiha got: “Em hîn bûn ku piştî ku Hamît Kiliçaslan jiyana xwe ji dest da bi hatina axa xwe mamostetiya gelek xwendekaran kiriye. Ji ber vê yekê em dixwazin ev xebat berdewam bikin. Di heman demê de, kurê Hamît Kiliçaslan, Welat Kiliçaslan, rêveberê Federasyona Futbolê ya Dalkurdê ye. Em ê bi wî re kar bikin û ji bo ciwanên Kurd ên ku bi futbolê û werzîşên din re eleqedar in, kar û fînansê peyda bikin.”

Kutevî diyar kir ku ew xewna cîhaneke ku zimanê kurdî nebe sedema birçîbûna aborî û wiha got, “Em ê bi vê şebekeya têkiliyên ku Hamît Kiliçaslan ji me re hiştiye bi awayekî herî baş kordîne bikin û yên nû li xebatên xwe yên neqediyayî zêde bikin.”


Herî dawî bi tevkariya Weqfa Hamit Kılıçaslan (Weqfa Hemîdê Smaîlaxa) hejmara 6an a “Kovara Lêkolînên Kurdî” derket. Ji bo kovara ku li herêmê bi kurdî û tirkî weşana xwe dike, cara ewil piştgirîya mafê telîfê wergirt.

Hamit Kılıçaslan kî ye?

Di sala 1948’an de li gundê Smaîlaxa ya Qoserê hatiye dinê. Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Qoserê qedand. Ji ber sedemên siyasî ji Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê ya ku di dawiya salên 60î de xwendiye hat avêtin. Di sala 1969’an de di nava Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê (KDPT) de bi awayekî aktîftir dest bi siyasetê kir. Piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’î neçar ma koçî Rojava bike û di sala 1983’an de li Swêdê bi cih bû. Hamît Kiliçaslan ê zewicî ye û 6 zarokên wî hene, Berdevkê PDK Bakur bû. Kılıçaslan ku di nav damezrînerên DDKO de cih digire, di heman demê de endamê Koma Atolyeya Kurmancî ye ku 30 sal in di warê Kurdî de dixebite. Di heman demê de ew di nav damezrînerên Enstîtuya Kurdolojiyê ya Parîsê û Pirtûkxaneya Kurdî ya Stockholmê de ye.


Nûçe / Wêne: Zelal Sahidenur Sari

Serhat News

(AA)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Weqfa Hamît Kiliçaslan hat avakirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *