1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Werzişvanê ji Rojavayê Kurdistanê got : Ez vê şampiyoniya xwe diyarî dayikên şehidan dikim

Werzişvanê ji Rojavayê Kurdistanê got : Ez vê şampiyoniya xwe diyarî dayikên şehidan dikim

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Werzişvanê Kurd Ebdulqadir Hec Salihê ji Rojavayê Kurdistanê di laşciwaniyê de bû şampiyonê cîhanê.

Li bajarê Sankt Poltenê yê Awisturyayê 2 şampiyoniyên laşciwaniyê hatin lidarixistin, yekem li ser asta wî welatî bû û ya duyem jî li ser asta cîhanê bû.
Ebdulqadir Hec Salihê ji bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê doh di şampiyoniya Awisturyayê de di giraniya 90 kîloyî de bûbû kesê duyem. Ebdulqadir Hec Salih îro jî di pêşbirka laşciwaniyê ya cîhanê de bû yekem. Werzişvanê Kurd Ebdulqadir Hec Salih ji Viyanaya paytexta Awisturyayê beşdarî bultena Rûdawê bû û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

“Ez vê sekeftinê diyarî xelkê Serê Kaniyê û dayikên şehîdan

 

Werzişvanê ji Rojavayê Kurdistanê got : Ez vê şampiyoniya xwe diyarî dayikên şehidan dikimdikim” Ebdulqadir Hec Salih li ser vê serkeftina xwe got, spasiya hemû miletê Kurd dikim. Ez vi hêvî me dê miletê me yê Kurd tim di kêf û xweşiyê de be.

Ez vê serkeftinê diyarî hemû miletê Serê Kaniyê û dayikên şehîdan dikim û ez destên dayikên şehîdan maç dikim.”
Wezişvanê Kurd diyar kir wî di sala 2002yan de dest bi vê werzişê kiriye.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Werzişvanê ji Rojavayê Kurdistanê got : Ez vê şampiyoniya xwe diyarî dayikên şehidan dikim
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *