Li Bidlîsê minîbusek ku penaber tê de bûn wergeriya. Di encama qezayê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 25 kes jî birîndar bûn.
Li gor agahiyan li nêzîkî gundê Baxçedereya navçeya Elcewazê minîbûseke ku penaber hilgirtibûn ji rê derket û wergeriya.
Di bûyerê de 4 koçberan canê xwe ji dest dan û 25 koçberên din jî birîndar bûn.
Penaberên birîndar piştî mudaxaleya destpêkê bo nexweşxaneyên Elcewaz, Xelat û Tetwanê hatin veguhestin.
Hate ragihandin ku polîs derbarê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.
Serhat News
(lg)
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver