Xebatên hilbijartinê li Semsûrê di bin siya êşên erdhejê de didomin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Partiyên siyasî li Semsûrê ku piştî erdhejên Mereşê wêran bûye, di bin siya êşên erdhejê de xebatên hilbijartinê dimeşînin. Li bajêr xebatên hilbijartinan piranî wekî çoyîna sersaxiyan û serdana nexweşan tê meşandin.

Xebatên hilbijartinê li Semsûrê di bin siya êşên erdhejê de didomin - Xebaten hilbijartine li Semsure di bin siya esen erdheje de didomin 4

Bi ser erdheja Mereşê de zêdetirê 2 meh derbas bûne. Welatiyên li herêma erdhejê hewl didin birînên xwe derman bikin. Li herêma erdhejê aliyekê jî xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê têne meşandin û niştecih xwe amade dikin ku di roja hilbijartinê de biçin ser sindoqan. Yek ji wan cihên ku erdhejê wêran kiribû jî bajarê Semsûrê ye. Li bajêr hilbijartin wekî bajarên din di rojeva welatiyan de cih nagire. Lewra ew hêj bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû ne. Li vir ji bilî hilbijartinê herî zêde di rojeva mexdûran de pirsgirêka mayîn û sitargehê heye.

Her çiqas di bin siya erdhejê de be jî partiyên siyasî li herêmê xebatên xwe didomînin. Xebatên hilbijartinê bi şiklê sersaxiyê û serdanên nexweşan pêk tên. Di vê demê de ne mimkûn e ku denge muzîk û anjî anonsên bi deng bêne bihistin.

Xebatên hilbijartinê li Semsûrê di bin siya êşên erdhejê de didomin - Xebaten hilbijartine li Semsure di bin siya esen erdheje de didomin 3

Partiya Keskên Çep, dixwaze li bajêr dengên xwe zêdetir bike û parlementeran derxîne. Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk Îzzet Karadag, hem li ser xebatên partiyê hem jî li ser rewşa giştî ya bajêr hin nirxandin bi Serhat Newsê re parve kirin.

Partiyên siyasî jî li Semsûrê lîsteya namzetên xwe radestî Desteya Bilind a Hilbijartinê (YSK) kirin û saziyê ev lîste çend roj beriya niha pesend kir.

AKP’ê Resul Kurt, Îshak Şan, Mustafa Alkayiş, Huseyin Ozhan û Ziya Polat li Semsûrê wekî namzet diyar kiriye.

Her wiha MHP jî dê bi lîsteyeke cuda li Semsûrê tevli hilbijartinan bibe.

Partiyên Tifaqa Millet jî bi avayekî xurt xebatan dimeşînin. CHP’ê Abdurrahman Tutdere di rêza yekan de wekî namzet nîşan daye. Tutdere, heyama çoyî ji Semsûrê wekî parlamenter li nava lîsteya CHP’ê hatibû hilbijartin.

Serokê Rêxistina ÎYÎ Partiyê yê Semsûrê Kenan Dogan di rêza duyan ya lîsteya Tifaqa Millet de cih digire.

Partiya Keskên Çep jî, parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Alî Kenanoglu di rêza yekan de wekî namzet daye nîşandan. Serokê berê yê Şaxa ÎHD’a Semsûrê Bulent Çinar û siyasetmedar Huseyîn Karadag jî di nava lîsteya Partiya Keskên Çep de cih girtiye.

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Xebatên hilbijartinê li Semsûrê di bin siya êşên erdhejê de didomin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *