Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bê navber berdewam dikin

featured
RIHA
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Partiya Çepên Kesk li seranserî Tirkiyeyê bi coşek mezin xebatên hilbijartina 14’ê Gulanê berdewam dike.

Di vê çarçoveyê de namzetên Partiya Çepên Kesk têkildarî hilbijartina 14’ê Gulanê li gelek bajaran buro vekirin, serdanên dikandaran kirin û bi gel re civiyan.

RIHA

Partiya Çepên Kesk li navçeya Hêwagê buroya hilbijartinê vekir. Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Tevgera Jinên Azad (TJA), Meclisa Dayikên Aştiyê û sedan kes beşdar bûn.

Bi sedan kesên li Taxa Golbaşi ya navçeya Hewagê li ber buroya hilbijartinê kom bûn namzetên parlamenteriyê yên Rihayê bi dahol û zirneyê pêşwazîkirin

Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk Nêrgîz Çîgdem Karakeçîlî diyar kir ku şandina desthilata AKP’ê di destê gel de ye û wiha got: “Em soz didin ku em ê di 14’ê Gulanê de vê desthilata zordar bişînin. Em ê bi şev û roj tax bi tax gund bi gund bigerin û partiya xwe bikin partiya yekemîn.”

Yek ji namzetên parlamenteriyê Omer Ocalan jî diyar kir ku gelê kurd bi awayekî serbilind têkoşîna xwe didomîne û wiha got: “Dema em dibêjin em ‘partî’ ne gel me nas dike. Ji ber ku em tevgera gel in. Ji bo azadiya vê axê me berdelên mezin dan. Niha hin kes li kolanan çîrokan vedibêjin. Bi van çîrokan hewl didin hişê gelê me tevlihev bikin. Kes nikare hişê gelê me tevlihev bike. Partiya me li holê ye. Partiya me Partiya Çepên Kesk e.”

Piştî axaftinan buroya hilbijartinê hate vekirin.

ÎDIR

Xebatên Partiya Çepên Kesk ên Îdirê yên hilbijartinê bênavber didomin. Namzetên parlamenteriyê yên partiyê yên Îdirê Aysel Aras, Yilmaz Hûn û aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) îro li Taxa Cûmhûriyetê xebatên danasîna namzetên parlamenteriyê û Partiya Çepên Kesk kirin û belavok belav kirin. Ji 3 milan ve namzet û aktivîst ketin nava taxê û serdana gel kirin. Şêniyên taxê namzet û aktivîst bi kêfxweşî pêşwazî kirin û hezkirinên xwe nîşan dan. Welatiyan daxwazên xwe yên serkeftinê vegotin û soza xwedî lê derketina Partiya Çepên Kesk dan.

MÛGLA

Partiya Çepên Kesk li Taxa Tûrgût reîs a navçeya Bodrûmê buroya hilbijartinê ya jinan a ewilî vekir. Di vekirina buroyê de dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” hate berzkirin û bi erbaneyan govend hate gerandin.

Hevseroka HDP’a Bodrûmê Zûhal Macît diyar kir ku têkoşîna jinan li her qadê ye û wiha got: “Em Bodrûmê cara ewil e buroya hilbijartinê ya jinan vedikin. Em weke jin dê jiyana nû ava bikin. Li benda sibeya 15’ê Gulanê bimînin jin tên.”

Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Mûglayê Derya Hezer jî kesên di Qirkirina Ermenan de jiyana xwe ji dest dan bi bîr anî. Hezer, anî ziman ku weke jin di têkoşînê de di refên pêş de ne û wiha got: “Em weke jin meşaleyê di destê xwe de digirin. Em li pêş vê têkoşîne ne û em ê wisa bidomînin.”

Piştî axaftinan buro bi awayekî bicoş hate vekirin.

ÎZMÎR

Partiya Çepên Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Konak a Îzmîrê li semta Çîmentepe belavok belavkirin û karkerên jin ên mîdyeyan ziyaret kirin. Namzeta parlamenteriyê Hediye Korkût û rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk cih girtin. Di belavkirina belavokan ku jinan eleqeyeke zêde nîşan da de danûstandina fikran hate kirin.

Karkeya mîdyeyê Sozdar Dûman a pirsgirêkên dijîn ji şandeyê re vegotin, anî ziman ku ji serê sibê heta êvarî dixebitin û heqê keda xwe nawergirin û wiha got: “Em di kirê de ne, du zarok hene. Em ne karker in kole ne. Em du kes dixebitin lê têra me nake. Xaniyê me hildiweşe 2 hezaran kirê didin. Ji her tiştî re zem hat, kirê di salekê de hatin zêdekirin. Hêvî dikim ku hûn qezenc bikin, edalet û wekhevî were. Em ê dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk.”

Hediye Korkût jî bi lêv kir ku dema bi temsiliyeteke xurt çûn Meclisê wê daxwazên jinan vebêjin û hewl bidin çareser bikin. Korkût, diyar kir ku mirov hatine asta ku nikarin fatûrayên xwe jî bidin û wiha got: “Kîloya pîvazan bûye 30 lîre. Em hemû jî dizanin ku debar çiqas zehmet e. Jin hem vî karî dikin hem jî bi karê malê ve mijûl dibin. Mafê jinan tê xwarin. Em ê bi hemû jinan re mafên xwe bigerin.”

Partiya Çepên Kesk li gelek tax û navçeyan belavokan belav dike û ji bilî serdanên dikandaran serdana saziyan jî dike.

BALIKESÎR

Partiya Çepên Kesk li navçeya Erdek a Balikesîrê serdana esnafên bazarê û sûkê kirin, belavok belavkirin û ji bo hilbijartinê piştgirî xwestin. Di xebatên ku gel eleqeyeke zêde nîşan da de ev bang derkete pêş: “Divê dawiya rejîma yek zilamî were.”

Namzeta Partiya Çepên Kesk Şevîn Coşkûn a bi dikandaran re axivî jî destnîşan kir ku ji bo di hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Balikesîrê dîrok were nivîsîn divê herkes biçe ser sindoqan û dengê xwe bikarbîne û wiha got: “Em ji welatiyan vê dixwazin dengên xwe biparêzin û dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk. Em di xebatên ku li Balikesîrê demişinin de piştevaniyeke zêde dibînin. Em xebatên xwe zêde dikin û didomînin.”

AMED  

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Samed Menguç û şandeya pê re serdana gundên navçeya Karazê ya Amedê kir. Menguç diyar kir ku gelê kurd li dijî polîtîkayên tunehesibandinê li ser linga maye û got: “Wê ev sekna gelê me ya pîroz bibe wesîleya qezenckirina hemû mafên xwe. Piştî sedsalê înkarê em di pêvajoyek girîng de ne. An em ê vê pergala yekperest bidomînin an jî em ê ji vê pergalê re bêjin na.”  

Namzetên Partiya Çepên Kesk ên Amedê Halîde Turkoglû û Sevîlay Çelenk û Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy û rêveberên partiyan li navçeya Pîranê ya Amedê tev li hevdîtina jinan bûn.

Hevseroka HDP’a Amedê Gulistan Atasoy bal kişand eziyeta li ser jinan pêk tê û bi dehan sal e jin têdikoşin ku tundî bi dawî bibe û jin bigihîjin azadiya xwe.

Namzet Halîde Turkoglû jî anî ziman ku ew dizan baş nas dikin û lewma wê xwedî li îradeya xwe derkevin û dê jin bi hêz di Meclisê de cih bigirin. Turkoglû destnîşan kir ku ew soz didin jinan û gelê xwe ku wê dawî li rejîma yek zilamî bînin û got: “Em ê hemû hevalên xwe yên li zindanan azad bikin. Em ê tecrîda li ser birêz Ocalan rakin. Em ê feqîriya jinan bibin Meclisê û çareser bikin.”

STENBOL

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Stenbolê jî li navçeya Arnavûtkoyê buroya hilbijartinê vekirin. Rêveberên partiyê li navçeyê standa hilbijartinê danîn. Gelek kes li vir kom bûn û govend gerandin û dirûşm berz kirin. Namzetên Herêma Sêyemîn a Stenbolê tev li vekirina buroyê bûn û buroya hilbijartinê vekirin.

MÊRSÎN

Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çepên Kesk ên Mêrsînê Alî Bozan, Esra Erguzeloglû, li navçeya Yenîşehîrê serdana Komeleyên Çandê yên Elewî û Cemxaneyê kirin. Alî Bozan di serdanê de axivî û bi bîr xist ku demek hindik ji hilbijartinê re ma û bal kişand ser pirsgirêkên civaka elewî. Bozan got dê partiya wan bi ser bikeve û Mêrsîn bi ser bikeve û wê partiya wan çareseriyê ji pirsgirêkên civaka elewî re bîne. Bozan da zanîn ku Partiya Çepên Kesk pirsgirêkên elewiyan wek pirsgirêkên xew dibîne.

Serokê Cemxaneya Mêrsînê Hasan Kilavûz jî spasiya serdana Partiya Çepên Kesk kir û peyama piştevaniya namzetan da. (MA)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Xebatên hilbijartinê yên Partiya Çepên Kesk bê navber berdewam dikin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *