Li Stenbolê ji ber zêdekirina kirê di navbera xwediyê malê û kirêcî de nîqaş derket û xwediyê malê bi çekê kirêciyê xwe kuşt.
Li gor agahiyan, li Taxa Barbaros Hayrettinpaşayê ya ser bi navçeya Gazîosmanpaşa ya Stenbolê, şevê din xwediyê malê E.D.O bi telefonê ligel kirêciyê xwe Huseyîn Asar ê ku ev 15 sal in di xaniyê wî de ye axiviye û gotiye divê kirê zêde bike. Kirêcî ev yek qebûl nekiriye û di navbera wan de nîqaş çêbûye.
Piştî vê nîqaşa li ser telefonê xwediyê malê hatiye ber deriyê kirêcî û kirêciyê ku dixwest zarokên xwe bibe hola werzîşê ku li ber derî bû, bi demançeyê gule lê reşandine. Di bûyerê de Asar bi giranî birîndar bûye û xwediyê malê reviyaye.
Li ser agadarkirinê tîmên tendirustiyê û polîs bo cihê bûyerê hatin şandin.
Piştî mudaxeleya destpêkê Asar bo nexweşxaneyê hat veguhestin, lê tevî hemû hewldanan jî nehate rizgarkirin û jiyana xwe ji dest da.
Xwediyê malê yê ku kirêciyê xwe kuştiye heta niha nehatiye desteserkirin.
Serhat News