1. Haberler
  2. Hemû Nûçe
  3. Yekbûn a biçûk ji Newroza îsal re amade ye

Yekbûn a biçûk ji Newroza îsal re amade ye

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Yekbûn Erçakan a biçûk ku di Newroza 2022’an de bi Kurdiya xwe ya xweşîk li ser Youtubê rastî eleqeyeke gelek baş hatibû, îsal jî ji bo Newrozê bi kelecanî cil û bergên xwe ve amadeye.

Di Newroza Wanê ya 2022’yan de, Yekbun Erçakan a 10 salî bi Kurdiyeke xweşik bi çapemeniyê re hevpeyvînek lidarxistibû. Yekbûn a biçûk ku di bin barîna berfê de bi kelecaneke xurt ji mikrofonê re gotibû, “Ez başim tu çawayî, ne sare ne jî germ e”. Dema ku ev gotinên wê hatin weşandin, bi ser medya civakî rastî eleqeyek e gelek baş hat.

Ew niha jî xwe amade dike ku cardin bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevli Newroza îsal a ku di 19’ê Adarê de bê lidarxistin bibe.

Yekbûn a biçûk ji Newroza îsal re amade ye - WhatsApp Image 2023 03 18 at 10.26.29 1
Yekbûn Erçakan

Yekbûn her çend kelecan be jî, ji ber erdhejên Mereş’ê ku nêzî 50 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye,  xemginiya xwe jî tîne ziman. Ew diyar dike ku îsal ji ber qurbaniyên erdhejê ew destên xwe hene nake.

‘Ez li gelek cihan têm e nasîn’

Li Tirkiyeyê mixabin zarokên Kurdan piranî li nava malê Tirkî dipeyivîn û ji zimanê xwe yê dayîkê bêpar mezin dibin. Yekbûn, berevajî van zarokan, nava mala xwe bi zimanê Kurdî hatiye mezinkirin û lewra jî bi Kurdiyek gelek xweşik dipeyî ve. Ew dibêje ku piştî wê hevpeyvînê dema li derva digeriya li her derê rastî eleqeyek gelek baş hatiye û wiha dibêje: “Newroza sala din min hevpeyvînek kiribû û goti bû ‘Ne sare ne germ e’ (Dema) ez diçime dikanan, dikandar (Ji min re) dibêje ‘Ev qizke gizka Newrozêye, ez diçim dibistanê, dibêjin eve qîzka Newrozêye’ dema ku dîmenên min di Youtubê de hatin weşandin, ez gelek keyf xweş bum. Ez gelek li cihan têm nasîn.”

Yekbûn a biçûk ji Newroza îsal re amade ye - WhatsApp Image 2023 03 18 at 10.26.29

‘Em bi çanda xwe qadên newrozê bin!’

Yekbûn dibêje ku îsal jî ji bo Newrozê wê cil û bergên xwe yên neteweyî dane çêkirin û ji Newrozê re amedeye.

 “Newroz ji bo min serhildane, evîna Mem û Zînê ye. Ez ê kirasê xwe li xwe bikim, kofîya xwe serê xwe girê bidim û biçim Newrozê govendê bigirim. Em li gor çanda xwe rojekî pêşîya Newrozê deste xwe hene dikin, bes vê dore ji ber erdhejê gelek kesan jiyana xwe dest daye, ez deste xwe xena nakim. Bila di Newrozê de mêr şel û şepîk, jin jî fistan û kirasan li xwe bikin. Her zarok jî bo ku çanda xwe ji bîr nekin, bila werin qada Newrozê.”

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Yekbûn a biçûk ji Newroza îsal re amade ye
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *