1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Yoneylem Lêkolîn: Mûharrem Înce wê çarenûsa gera yekem diyar bike

Yoneylem Lêkolîn: Mûharrem Înce wê çarenûsa gera yekem diyar bike

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Yoneylem Lêkolînê, encamên anketa xwe ya meha Adarê eşkere kir. Li gor anketê hilbijêrên ku deng didin Serokê Giştî yê Partiya Memleket Mûharrem Înce, wê çarenûsa gera yekem ya hilbijartina serokkomariyê diyar bike.

Anketa Yoneylemê di meha Adarê de li 27 bajarên, bi tevlibûna 2 hezar û 655 kesan pêk hatiye.

Li gor anketê ji sedî 56,6 hilbijêr wisa difikirin ku “Welat baş nayê birêvebirin” û ji sedî 33,6 hilbijêr jî dibêjin “Welat baş tê birêvebirin”

Di anketê de ji pirsa “Gelo hûn ê dengê xwe bidin Erdogan an na?” re; ji sedî 54,7 hilbijêran gotine “Ez ticar nadim” û ji sedî 37, 9 hilbijaran jî gotine “Ez ê teqez bidim”

Yoneylem Lêkolîn: Mûharrem Înce wê çarenûsa gera yekem diyar bike - Yoneylem Lekolin Muharrem Ince we carenusa gera yekem diyar bike 2

Li gor encamên anketa Yoneylemê, dema ku yên bêbirayar û yên ku dibêjin ‘Em deng nadin’ li ser hatin belavkirin; Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 46,4 û Recep Tayyîp Erdogan jî ji sedî 41,6 deng werdigirin. Di gera yekan de Mûharrem Înce jî ji sedî 9,1 û Sînan Ogan jî ji sedî 2,9 deng bidest dixin. Li gor vê encamê hat diyarkirin ku hilbijartina serokkomariyê di gera yekan de naqede.

Di anketê de encamên gera duyan ya hilbijartina serokkomariyê jî hatiye analîzkirin. Li gor vê, Kemal Kiliçdaroglu ji sedî 55,1 û Recep Tayyîp Erdogan jî ji sedî 44,9 deng bidest dixe.

Her wiha di anketê de ji hilbijêrên ku di gera yekan de dengên xwe dane Mûharrem Înce re jî pirsa ‘Hûn ê di gera duyan de dengê xwe bidin kê?” ji hatiye pirsîn.

Di vê çarçoveyê de hilbijêran ji sedî 60,7 gotine Kiliçdaroglu û ji sedî 17,4’an jî gotine Erdogan. Ji sedî 17,4’an jî gotine ew deng bikarnayînîn û ji sedî 4,5’ê wan jî diyar kirine ku ew bê biriyarin. (İndependent Turkçe)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Yoneylem Lêkolîn: Mûharrem Înce wê çarenûsa gera yekem diyar bike
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *

Erciş Haberleri