YSK: Li derveyî welat nêzî 2 milyon deng hatine bikaranîn

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li dervayî welat, dema dengdayînê bo tûra duyemîn ya hilbijartina serokkomariyê bidawî bû. YSK’ê ragihandiye ku li li nûnertîyên derveyî welêt û deriyên sînor nêzî 2 milyon hilbijêran deng dane.

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ragihand ku li nûnertîyên derve û li deriyên sînor Milyonek, 895 hezar û 430 kesan ji bo tûra duyemîn ya hilbijartina serokkomariyê dang dane.

Bi vê hejmarê re dengdana li derveyî welêt ji ya tûra yekê dibore.

YSK’ê ragihandiye ku dengdana li deriyên sînor dê heta 28’ê Gulanê saet 17:00’an berdewam bike.

Dengên li derveyî welêt dê ji Enqerê re werin şandin û di 28’ê Gulanê de dê werin hejmartin.

Di hilbijartinên 14’ê Gulanê de, li nûnertîyên derveyî welat, Milyonek, 691 hezar û 287 kesan û her wiha li derîyên sînor jî 148 hezar û 183 kesan deng dabûn.

Di dengdana tûra duyê de yek namzetê Tifaqa Cumhur, Recep Tayyîp Erdogan û yek jî namzetê Tifapa Milet, Kemal Kiliçdaroglu du namzet hene. (Dengê Amerîka)

Serhat News

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
YSK: Li derveyî welat nêzî 2 milyon deng hatine bikaranîn

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *