YSK’ê lîsteya tekez a namzetên parlamenteriyê pesend kir.
Li Tirkiyeyê di 14’ê Gulanê de, gel dê biçe ser sindoqan û deng bide. Desteya Bilind a Hilbijartinên (YSK) jî amadekiriyên xwe yên hilbijartinê berdewam dike.
Desteya Bilind di vê çarçoveyê de duh lîsteya tekez a namzetên parlamenteriyê ji bo serdema 28’emîn a Parlamentoya Tirkiyê pesend kir.
Partiyên siyasî 9’ê Nîsanê lîsteyên xwe pêşkêşî YSK’ê kiribûn.
Desteyê, heta 11’ê Nîsanê dem dabû partî û tifaqên siyasî da ku kêmasiyên xwe temam bikin û di 15’ê Nîsanê de jî lîsteya demkî ragihandibû. (Rûdaw)
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver