Nûçeya Taybet– Li dibistanan bijartina dersên Kurdî yên zaravayên Kurmancî û Zazakî berdevam dike. Li bajarokê Erdîşa Wanê jî bo bijartina dersên Kurdî bangawazî heye. Lê ji alîyê din ve endamê Egitim-Sena Erdîşê Nîhat Macit diyar kir ku divê kurdî ne derseke bijartî be, di çarçoveya perwerdeya zimanê dayikê de bibe mafekî destûrî.
Serdema bijartina dersên Kurdî di 3 Rebandanê de destpê kir û bi daxuyanîya Wezareta Perwerdehiyê demê qedandina serlêdanan ji 21’ê vê mehê paşveda 7’ê Sibatê. Bi vê yekê xwedekarên polên 5, 6,7 û 8’ê dikarin dersên Kurdî bijêrin. Sazî, komeleyên Kurd û Înîsiyatîfa Mamosteyên Kurd, ji xwendekaran tê xwestin ku heta 7ê Sibatê dersên xwe yên bijarte ragihînin midûrên dibistanan.
‘Zarokên min di bin banê perwerdehiyê de ji zimanê dayikê tên derxistin’
Rûniştvanê bi navê Yilmaz Telek got ku em dixazin Kurdî mîna tirkî bibe zimanê perwerdê.
Telek wiha got, “Zimanê min ê dayikê kurdî ye. Zimanê zarokên min li malê dipeyivin kurdî ye û zimanê lîstika ku li kuçe û baxçeyê dilîzin kurdî ye. Tevî vê yekê jî zarokên min di bin sîwana perwerdeyê de bi awayekî sîstematîk ji zimanê dayikê tên dûrxistin. Mafê perwerdehiya bi zimanê dayikê, pêwîstiya civakeke demokratîk e. Ji ber vê yekê em careke din bi rêya we daxwaza mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê ku mafê me yê demokratîk e, dikin.”
‘Mamoste ji bilî daxwaza min bo zarokên me dersên din bijêrin’
Bavê xwedekarekê Abdullah Keleş, diyar kir ku rêvebiriya dibistanê û mamoste li dijî daxwaza wî ders bijêrtiye û wiha got: “Forma xwendekarê min tijî dikin û ji min re dişînin da ku ez îmzebikim. Ev tiştekî ku li tu deverên din ên cîhanê nehatiye dîtin. Jê re dibêjin ‘mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî’ lê li gor keyfa xwe vî mafî bi kar tînin. Em teqez qebûl nakin. Mafê perwerdeya bi zimanê dayikê mafê me yê herî xwezayî ye. Divê demildest mafê perwerdeya bi zimanê dayikê veguherînin perwerdeya mecbûrî da ku vê şermê sererast bikin.”
‘Rêvebiriyên dibistanan ji bilî îradeya malbatan bo zarokên wan dersên olî dibijêrin’
Rêvebirê Egitim-Senê Nîhat Macit ku me li ser mijarê bi wî re hevpeyvîn kir, diyar kir ku divê kurdî ne derseke hilbijartî be, di çarçoveya perwerdeya zimanê zikmakî de bibe mafekî destûrî. Macit di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku sîstema dersên bijartî projeya hikûmeta AKP’ê ya ji bo mezinkirina nifşekî dîndar û kînperest e û wiha got: “Ji bo hin dersan bi taybetî di asta wezîran de tê meşandin. Ev ders jî dersên olî ne. Dema ku vê dikin, armanca wan ne tenê ew e ku nehêlin xwendekar ji bo perwerdehiya xwe ya zanistî tercîhek bikin, lê di heman demê de ew e ku nifşek îtaetkar, bê guman û her tiştê ku ew dixwazin biafirînin jî bipejirînin. Gil û gilî hene ku rêvebirên dibistanan arasteyî xwendekar û dêûbavan dikin, carinan bi serê xwe an jî bi komî, ku van qursan hilbijêrin.”
‘Divê kurdî di bin garantiya makeqanûnê de bibe zimanê perwerdehiyê yê mecbûrî’
Macit, anî ziman ku wek Egitim-Sen bi salan e ji bo perwerdeya bi zimanê dayikê têdikoşin û got, “Em vê yekê di hemû weşanên xwe de tînin ziman. Li ser vê mijarê gelek atolyeyên me hene. Di warê pedagojîk de, di navbera zarokê ku bi zimanê xwe yê zikmakî perwerde bibe û ji bilî zimanê dayikê bi zimanekî din perwerde bibe, cudahiyên cidî hene. Em ne li gel wê ne ku tu civak û gel zimanê xwe yê zikmakî wek dersa hilbijartî bibîne. Di vê wateyê de em bang li xwendekaran nakin ku di hilbijartina dersên hilbijartî de kurdî hilbijêrin. Helwesta me zelal e; Divê zimanê kurdî bi destûra bingehîn bê garantîkirin bibe zimanê perwerdehiyê.”
Nûçe: Idrîs Yilmaz
(ro-sg-aa)