Li Kampa Holê ya Bajarê Hesekê ya Bakûrê Suriyê cenazeyê du jinên Misrî bi avayekî serjêkirî hatin dîtin.
Mala Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihandiye ku li Kampa Holê ya li rojhilatê bajarê Hesekê yê bakûrê Sûriyeyê, cenazeyê 2 jinên ciwan ên Misrî hatine dîtin.
SOHR’ê destnîşan kiriye ku cenazeyê her du jinên ciwan bi aveyekî serjêkirî di qanala avê de hatine dîtin.
Rayedarekî li kampê ku nexwestiye navê wî bê aşkerekirin ji AP re gotiye, qurbanî 11 û 13 salî ne.
Bi gotina SOHR’ê, piştî zêdetir ji 3 mehan ev yekemîn car e ku bûyerên kuştinê û dîtina cenazeyan li Kampa Holê rû didin, ku weke kampeke malbatên çekdarên DAIŞ’ê tê naskirin.
Ji ber hejmara zêde ya endamên malbatên DAIŞê li Kampa Holê, ew kamp weke bombeya demkî tê binavkirin ku metirsiyê li ser ewlehiya heremê û cîhanê çê dike.
Ji destpêka sala 2022’an vir ve li nav Kampa Holê 30 kes kuştî hatine dîtin, ku 8 ji wan Iraqî, 12 Sûriyeyî, 8 jinên nenas, zilamekî nenas û karmendekî binkeya tendisustiyê bûne.
Hêjayî gotinêye ku kuştinên bi vî rengî li kampa Holê bi gelemperî ji aliyê şaneyên razayî yên DAIŞ’ê ve tên kirin.
Serhat News
(lg)
Jêder: Rûdaw