1. Haberler
  2. Aktûel
  3. Li Kirmaşanê 3 Kurd hatin qetilkirin

Li Kirmaşanê 3 Kurd hatin qetilkirin

featured
ARŞÎV
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku li navçeya Ciwaro ya Kirmaşanê di dema çalakiyan de hêzên rejîmê gule bi ser gel de reşandinê û di encamê de 3 welatiyên Kurd hatine qetilkirin.

Berpirsê Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê Kawe Hesenpûr derbarê çalakiyên li Îranê yên îşev de got, “Li navçeya Ciwanro ya bi ser Kirmaşanê di dema çalakiyan de 3 welatiyên Kurd ên bi navê Behadîn Weysî, Loqman Kakeyî û Irfan Kakeyî hatine qetilkirin.

Her wiha Hesenpûr diyar kir ku li gelek bajar û bajarokên Îranê îşev jî çalakiyên nerazîbûnê yên gel, ên hemberî rejîma Îranê berdewam in.

Li aliyê din Hengawê destnîşan kiriye ku di nava 5 rojên dawî de li bajarên Kurdan, herî kêm 33 welatî bi guleyên hêzên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine qetilkirin. (Rûdaw)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Kirmaşanê 3 Kurd hatin qetilkirin
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *