Li Îranê di dema çalakiyan de heta niha 400 kes hatine qetilkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Hat ragihandin ku  li Îranê ku ev çend mehe welatî bi daxwaza azadiyê çalakî lidardixin, heta niha herî kêm 402 çalakvan hatine qetilkirin.

Tora Çalakvanên Mafên Mirovan a Îranê daneyên derbarê çalakiyên li Îranê ku ev zêdetirê 2 mehan e berdewam dikin de belav kir.

Rêxistinê destnîşan kiriye ku di dema çalakiyan de herî kêm 402 çalakvan ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine qetilkirin.

Li gor agahiyan ji van 58 kes zarok bûne.

Herwiha di vê demê de herî kêm 16 hezar û 813 çalakvan jî hatine desteserkirin û li 150 bajar û bajarokan çalakî hatine lidarxistin.

Di raporê de hate diyarkirin divê pêvajoyê de, li 140 zanîngehan çalakî hatine lidarxistin û di van çalakiyan de 524 xwendekar jî hatine desteserkirin. (K24)

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Li Îranê di dema çalakiyan de heta niha 400 kes hatine qetilkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *