Di nava du rojan de li Îranê 12 kes hatine qetilkirin

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Li Îranê di nava du rojên dawi de, 12 kes di dema çalakiyan de, ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine qetilkirin. Her wiha bi dehan kes jî birîndar bûne.

Li gor agahiyên ji Navenda Mafê Mirovan a Hengawê, hatine wergirtin, di 2 rojên dawî de li Îranê 12 kes di dema çalakiyan de ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Îranê ve hatine qetilkirin.

Hengawê ragihandiye, hin kesên ku hatine kuştin xelkê Kamyaran, Sine û Bokanê bûne û “Ji van 4 kesan gule li serê wan ketiye, 4 kesên din jî ji zikê xwe û sînga xwe gule xwarine û welatiyekî xelkê Bokanê jî bi kêrê canê xwe ji dest daye.”

Di heman demê de bi dehan welatî jî birîndar bûne û ji wan rewşa 3 kesan giran e.

Hat diyarkirin ku heta niha jî li Bokan, Pîranşar, Sine, Seqiz, Pawe, Dehgolan, Kamyaran, Serawle û Mihabadê çalakî berdewam in.

Tê diyar kirin ku di dema çalakiyan hin endamên hêzên ewlekariyê jî jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî Hengawê, navê kesên ku jiyana xwe ji desd dane ev in:

– Saman Qadirbegî, xelkê Bokanê.

– Fuad Mihemedî, 38 salî, ji Kamyaranê.

– Zanyar Ellahmuradî, 26 salî, ji Sine.

– Îsa Bêglerî, 39 salî, ji Sawlawa.

– Danyal Pabendî, 17 salî, ji Seqizê.

– Bûrhan Keremî, 30, ji Kamyaranê.

– Salar Mucawir, 30 salî, xelkê Bokanê.

– Esed Rehîmî, 30 salî, xelkê Bokanê.

– Mihemed Hesenzade, 28 salî, xelkê Bokanê

– Mîlad Merûfî, xelkê Bokanê

– Aram Hebîbî, ji Bokanê

– Şaho Behmenî, ji Sineyê

Serhat News

(lg)

Jêder: Rûdaw

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
Di nava du rojan de li Îranê 12 kes hatine qetilkirin

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *