Hate ragihandin ku, Hêzên Bejayî yên bi ser Artêşa Muhafizên Şoreşê yên Îranê bi mûşek û balafirên bêmirov êrişî baregeha Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ya li Herêma Kurdistanana Federe ya Iraqê kiriye.
Ajansa Tesnîmê ya nîvfermî ya Îranê, êrîşên di nûçeya xwe ya derbarê mijarê de gotiye, “Baregeha rêxistina cudaxwaz a Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) bi mûşek û firokeyên kamikaze bûye armanc.”
Berdevkê PAK’ê Halîl Nadrî ku ji Ewronewsê re axivî, gotiye wan li hemberî êrîşan hemû tedbîrên pêwîst wergirtine, lewma tu ziyaniyên canî çênebûne.
Berpirsê Peywendiyên Medyaya Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Lawk Xefûrî li ser heba xwe ya medya civakî de derheqê êrîşan de agahî dane û wiha dibêje: “ “Îranê li bakurê Iraqê li dijî komên muxalefeta Îranê operasyonek li dar xistiye.”
Xefûrî da zanîn ku baregehên muxalefetê yên li herêmên Degala yên li nêzî bajarokê Altunkopru ya Kerkûkê û nêzî Hewlêrê bi mûşekan bûne hedef.
Îranê herî dawî di 20’ê Mijdarê bi mûşek û firokeyên bê mirov êrişî baregehên Hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDK-Î) û Komaleya Zehmetkêşên Şoreşgerên Kurdistana Îranê (Komele) yên li Herêma Kurdistanê kiribû. (Bîanet Kurdî)
Serhat News
(lg)