Tîma Futbolê ya Jinan Hakkarîgucu ku niha di Koma A ya Lîga Super a Jinan de, di rêza duyan de cih digire. Armaca tîma jinan îsal şampiyoniye.
Hakkarîgucu, wê 27’ê Mijdarê, li Qada Futbolê ya Merzanê, malovaniya Tîma ALG Sporê bike.
Tîma spî û şîn ku armanca wê şampiyoniye, di 5 pêşbirkan da 2 caran bi ser ket, 3 caran beranberî hev ma. Hakkarîgucu bi van encaman, 9 puan berhevkirine û berbi şampiyoniyê ve diçe.
Rahênerê Alîkar yê tîmê Cîhat Dogan daxuyand ku par ji bo wan baş bû û îsal jî ew rastî tu pirsgirêkê nehatine.
Dogan wiha axivî: “Înşallah em ê rojekê şampiyontiyê bidin gelê Hekariyê û alema sporê. Em bawer dikin ku em ê bi ser bikevin.”
Stopera Kenyayî ya tîmê Vîvîan Nasakayê jî got her kes baş dixebite û wiha domand: “Hakkarîgucu tîmeke baş e. Her kes gelekî dixebite. Em çiqasî bibawer bin, em ê ewqasî serkeftî bin. Her kesa ku di tîmê da ye di hişê xwe da şampiyontiyê ji xwe ra kiriye armanc. Alîgirên me yên piştgiriyê didin me hene. Ji bo moralê û motîvasyonê em benda piştgiriyê ne.”
Seroka tîmê Hatice Yaşarê jî got wek tîm ew pêşbirkên serkeftî dikin, ji bo pêşbirka dawiya hefteyê jî em amadehiyan dikin. (AA)
Serhat News
(lg)