Gora Jîna Mahsa Emînî ku ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatibû qetilkirin hate rûxandin.
Jina ciwan a Kurd Jîna Mahsa Emînî li paytexta Îranê Tehranê bi hinceta ku pora wê di bin desmalê de xuya kiriye ji aliyê hêzên rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Hate ragihandin ku gora Emînî ya li Goristina Ayçî ya li bajarê Seqizê hatiye rûxandin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya niha jî çend caran gora Emînî ji aliyê hin kes an jî kesên nasnameya wan ne diyar ve hatibû rûxandin.
Serhat News
| Tepki verilmemiş
Tepki Ver