1. Haberler
  2. Aktûel
  3. ATK: Tugluk ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’

ATK: Tugluk ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

ATK’ê cara seyêmîn, rapora ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’ da Parlamentera Wanê ya berê Aysel Tugluk.  

Parlamentera serbixwe ya Wanê ya berê Aysel Tugluk, ku di Girtîgeha Kandrayê de tê girtin ji ber nexweşiya ‘Demansê’ rewşa wê pir xerabe. Parêzerên Tugluk, derbarê rewşa dawî ya wê de daxuyaniyek weşandin û didin zanîn ku ev bû caran sêyan Saziya Tiba Edlî (ATK) derheqê Tugluk de rapora ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’ dide.

Di daxuyaniyê de parêzeran destnîşan kirin ku rewşa Tugluk ji nêz ve tê çavdêrkirin û dan zanîn gelek belgeyên wê ku nikare bi serê xwe bijî hene.

Herwiha di heman daxuyaniyê de hate gotin ku Saziya Tiba Edlî (ATK) raporek nû ya sêyemîn ji bo rewşa Tugluk hatiye xwestin û ATK’ê cara sêyemîn rapora “dikare di girtîgehê de bimîne” daye miwekîla wan.

Parêzeran diyar kirine ku rapor ji zanistê dûr e û agahiyên di raporê de hatine nivîsandin xwedî naverokak pûç e.

Herî dawî hate derbirîn ku li dijî rapora ATK’ê parêzer wê serî li dozgeriyê û Dadgeha Qanûna Bingehîn (AYM) bidin, lê AYM xemsar tevdigere û tu deng jê nayê

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
ATK: Tugluk ‘Dikare di girtîgehê de bimîne’
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *