Ava Gola Asboxa ya li navçeya Sariqamîşa ya Qersê qasî 8 mêtroyan daketiye.
Gola ku 11 kîlomêtro dûrî navenda navçeyê ye, li devereke 2 hezar û 7 mêtro bilind e û li ser qadeke 13 hezar û 800 metrekareyî ye.
Ava gola ku gelek teyr û tilûr lê hene, bi qasî 8 mêtroyan daketiye.
Serokê Weqfa Perwerde, Çand û Hevkariyê ya Lîseyiyan ya Sariqamîşê Daglar Ozuguç diyar kir ku Gola Asboxayê ji bo herêmê girîng e.
Daglar Ozuguç destnîşan kir, li Gola Asboxayê û derdora golê xebatên projeyên hatine kirin û got, “Vê gavê ava golê bi qasî 8 mêtroyan vekişiyaye, lê em niha êdî dest bi xebatan dikin û em dixwazin li vir werzişên siruştê bikin.” (AA)
Serhat News