1. Haberler
  2. Aktûel
  3. AYM’ê derheqê Guven de biryara binpêkirina maf da

AYM’ê derheqê Guven de biryara binpêkirina maf da

featured
Paylaş

Bu Yazıyı Paylaş

veya linki kopyala

Dadgeha Qanûna Bingehîn derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de biryar da ku mafê wê darizandina edîlane hatiye binpêkirin.

Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Leyla Guven bi hinceta ku di dema operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Efrînê de li ser medyaya civakî peyam parve kirine, hatibû girtin. Guven, di hilbijartina 24’ê hezîrana 2018’an de bûbû parlamenter û parêzbendiya wê çêbûbû lê tevî vê yekê jî nehatibû berdan. Dadgeha Qanûna Bingehîn biryar da û got ku neberdana Guven, derhiqûqî ye.

Piştî ku Guven weke parlamenter hatî hilbijartin biryara berdanê hatibû dayîn lê belê Serdozgeriya Komarê ya Amedê îtîraz kiribû û hêj kar û barên berdanê pêk nehatibûn ku derheqê Guven de biryara girtinê derxistibû. Guven piştre jî hatibû girtin. Dadgeha Qanûna Bingehîn ev yek weke binpêkirina hiqûqê pênase kir û got: “Mafê azadiyê û ewlekariyê yê Guven hatiye binpêkirin.”

Biryara ku di çarçoveya xala 19’emîn a Qanûna Bingehîn de hatiye dayîn, di rûpela Dadgeha Qanûna Bingehîn de hate weşandin.

Serhat News

(lg)

Tepki Ver | Tepki verilmemiş
0
mutlu
Mutlu
0
_zg_n
Üzgün
0
sinirli
Sinirli
0
_a_rm_
Şaşırmış
AYM’ê derheqê Guven de biryara binpêkirina maf da
Yorum Yap

پۆستی ئەلیکترۆنییەکەت بڵاوناکرێتەوە. خانە پێویستەکان دەستنیشانکراون بە *